Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li pergala qirkirin û êşkenceyê Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê girtin. Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û wasiyê Rêber Apo, Mazlûm Dînç têkildarî qedexeya hevdîtina bi parêzer û malbatê re ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
Parêzer Mazlum Dînç anî ziman ku ev 26 sal in li Girava Îmraliyê, pergala tecrîdê di meriyetê de ye û wiha got: “26 sal in di bin tecrîdê û êşkenceyê de tê girtin. Her ku diçe tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan hatiye girankirin. Tecrîd bi temamî ji holê ranebûye. Tecrîd hê jî li ser birêz Abdullah Ocalan û her sê girtiyên bi girankirî dewam dike. Berê hincetên ‘Keştî xerabe ye’ û ‘Rewşa hewayê nebaş e’ dihatin nîşandan, lê piştî Rewşa Awarte (OHAL) li Tirkiyeyê hat ragihandin rasterast biryar li ser girava Îmraliyê hat girtin.”
Mazlûm Dînç bi lêv kir ku hiqûq bi temamî ji holê hatiye rakirin û ev tişt anî ziman: “Ev 26 sal in hiqûqa Tirkiyeyê li Îmraliyê nakeve dewrê. Êdî ew hincetên berê rakirin, vê carê biryarên dadgehê hincet hatin nîşandan. Ev biryar du salan hincet hatin nîşandan. Ew biryar ne biryarek hiqûqî ye. Tu nikare bi temamî hemû mafên girtiyekî ji destê wî bistînî. Tu nikarî hevdîtina parêzeran û malbatê bi temamî qedexe bikî. Her wiha mafên ragihandin ango danûstandina bi derve re, qedexe bikî. Hemû bi biryarekî hatibûn qedexekirin.”
Dînç da zanîn ku qanûnên Tirkiyeyê ku bi tevahî hevdîtinên parêzeran qedexe bikin tune ye û wiha axivî: “Her çiqas Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê biryarek wiha dide jî ev biryar ne hiqûqî ye. Jixwe li dijî van biryaran serlêdanên me hene. Herî dawî meha Mijdarê biryara qedexekirina hevdîtin parêzeran ji bo şeş mehan hat standin. Wek biryarên din ev biryar jî bêhiqûqî ye.”
Di berdewama axaftina xwe de Dînç destnîşan kir ku li tu devera dinyayê tu pêşengên ku ketine zindanan, ewqasî têkiliya wan bi derve re, bi gel re nehatine qutkirin û Abdullah Ocalan ji mafên xwe yên name, telefonan bêpar e. Dînç, pergala li Îmraliyê weke “pergala êşkenceyê” pênase kir û got: “Divê pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê were hilweşandin.”
Parêzer Dînç bal kişand ser hevdîtina dawî ya Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan bi miwekîlê wan re kiriye û wiha domand: “Birêz Ocalan daxwaz û banga ‘Divê parêzer werin hevdîtina min’ kiriye.” Dînç, got ku êdî ji hêla hiqûqî ve dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye û axaftina xwe wiha qedand: “Nabe ku ‘mafê hêviyê’ yê birêz Ocalan bi şertan ve bê girêdan. Êdî ev tiştekî hiqûqî ye û rewa ye ku divê ku birêz Ocalan azad bibe. Da ku dikaribe di çareserkirina pirsgirêka Kurd de bi rola xwe rabe.”
Dînç: Birêz Abdullah Ocalan xwestiye ku parêzer biçin hevdîtinê