Parêzera girtî Ebrû Tîmtîk a li Nexweşxaneya Sadî Konuk a Bakirkoya Stenbolê dihat girtin û ji bo “darizandinek adîlane” ketibû rojiya mirinê, duh bi şev di roja 238’emîn de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Tîmtîk ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK). Hempişeyên wê yên li vê derê radiwestin daxuyanî dan çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku dê piştî otopsiya cenazeyê Tîmtîk îro saet 10:00’an li ber Baroya Stenbolê merasîm bê lidarbixin û cenazeyê Tîmtîk bibin Mala Cemê ya Gazî û dûre dê li Goristana Gazî bê definkirin. STENBOL