Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...

Erdogan, xeyalên wî û hatina Trump

Donald Trump piştî 4 salan ji dawîbûna serdema serokdewletiya wî ya destpêkê, careke din wekî serokdewletê Amerîkayê hat hilbijartin. Ev encamên hilbijartinê ne tiştekî...

Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...

Erdogan, xeyalên wî û hatina Trump

Donald Trump piştî 4 salan ji dawîbûna serdema serokdewletiya wî ya destpêkê, careke din wekî serokdewletê Amerîkayê hat hilbijartin. Ev encamên hilbijartinê ne tiştekî...
Çarşamba - 13 Kasım 2024

Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...

Erdogan, xeyalên wî û hatina Trump

Donald Trump piştî 4 salan ji dawîbûna serdema serokdewletiya wî ya destpêkê, careke din wekî serokdewletê Amerîkayê hat hilbijartin. Ev encamên hilbijartinê ne tiştekî...

Parêzer Erol: Ya esasî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Ji parêzerên Rêber Apo Ozgur Eroldiyar kir ku her bûyereke li Îmraliyê biqewime bandoreke cidî li siyaseta Tirkiye û Kurdistanê dike û got, "Ya esasî ew e ku di vê demê de ku em dikevin sala 26'an êdî azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan bikeve rojevê."

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li êşkencexaneya Îmraliyê li hemberî pergala kapîtalîst berxwedeneke bêhempa dimeşîne, di bin tecrîda mutleq de tê girtin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol têkildarî mafê hêviyê û pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de axivî. Parêzer Ozgur Erol diyar kir ku her bûyereke li Îmraliyê biqewime bandoreke cidî li siyaseta Tirkiye û Kurdistanê dike û got, “Yekser dibe rojev, yekser dibe sedema nîqaşeke siyasî û civakî. Bêguman ev yek jî pêwendiya xwe bi sekna xwe heye.”

Parêzer Erol bal kişand ser hevdîtina Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan a li Îmraliyê û got, “Piştî çar salan yekemcar hevdîtin hate kirin. Herî dawî sala 2020’î hevdîtina malbatê hatibû kirin. Piştî çar salan malbatê karîbû careke din hevdîtinê bike. Rewşa awarte yan jî hevnegirtî ya sîstema giravê ji xwe ji vir jî diyar dibe. Hevdîtina parêzeran careke din nekarî bê kirin. Li aliyê din, girtiyên din ên li Îmraliyê ji roja ku birine Îmraliyê û vir ve nekariye parêzerên xwe bibînin.”

Parêzer Ozgur Erol du xalên bingehîn ên ku di vê hevdîtinê de hatin destnîşankirin bi bîr xist û got, “Bi taybetî tespîta ku digot ‘Ez xwedî hêza pratîk û teorîk im ku pirsgirêka Kurd karibim çareser bikim’ girîng e. Bersiveke cidî li nîqaşên heyî ye. Bêguman eger şert û merc, derfet bêne afirandin. Ya duyemîn jî tespîta ‘tecrîd dewam dike’ bû. Pêkhatina hevdîtina malbatê nayê wê wateyê ku tecrîd ji holê hatiye rakirin. Hevdîtina parêzeran jî dikarîbû bihata kirin, lê belê wê tecrîda li nava sîstema Îmraliyê ji holê ranekiribûya. Beriya her tiştî kontrol û aramî di nava vê sîstemê de nîne. Li gorî hin rewşên siyasî û xweser hevdîtinek tê kirin. Bi salan e em nizanin bê girtiyên li wê derê di nava kîjan şert û mercan de têne ragirtin û rewşa wan a tenduristiyê çi ye. Ji ber vê jî em nikarin bersivên têrker bidin raya giştî. Ji ber vê yekê jî tespîta tecrîd dewam dike girîng e. Ji xwe roja ku hevdîtin hate kirin cezayekî nû yê dîsîplînê hate dayin ku hevdîtina malbatê jî qedexe bike. Bêguman ev ê bê bikaranîn an neyê bikaranîn, di nava sîstema Îmraliyê de zêde bersiveke xwe nîne. Em zanin ku ev ceza hewldanên hiqûqî yên ji bo rewakirina biryareke bi vî rengî ya îdarî ye, lê belê ji aliyê siyasî ve cihekî xwe nîne.”

Parêzer Erol bi bîr xist ku biryara ‘mafê hêviyê’ sala 2014’an ji aliyê DMME’yê ve hate wergirtin, desthilatdarî 10 sal in bi cih nîne û got, “Sala 1999’an piştî ku hikum li Birêz Ocalan hate birîn, piştî sê salan cezayê darvekirinê li Tirkiyeyê hate rakirin û li şûna wê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî hate danîn. Yên ku bi wî re di heman pozîsyonê de bûn li vê rejîmê rast hatin. Ev rejîm li ser wê yekê hatiye avakirin ku heta mirinê bi ti awayî neyê berdan, nikaribin sûdê ji derfetên berdana bi şert werbigirin. Rejîmeke ku girtina heta mirinê ferz dike. Şert û mercên xwe yên xweser gelekî zêde ne. Têkildarî vê yekê di salên 2000’î de serî li DMME’yê hate dayin û serlêdan sala 2014’an bi encam bû. DMME’yê biryar da ku qedexeya êşkenceyê û kiryarên xerab hatiye binpêkirin. Hikumeta Tirk li ber vê biryarê rabû. Piştî sê mehan Daîreya Mezin a DMME’yê biryar erê kir. Di sala 2014’an de ev biryar êdî hate erêkirin. Lewma ji sala 2014’an û vir ve li dewletê hatiye ferzkirin ku divê biryara DMME’yê bi cih bîne. Hikumet 10 sal in pêk nîne. Ya rast 10 sal in diviyabû bihata nîqaşkirin.

Sîstema Îmraliyê ku nêzî 26 sal in dewam dike, êdî nayê qebûlkirin. Di nava van şert û mercan de divê texrîbata fîzîkî û tenduristiyê ya girtîhiştina 26 salan divê li ber çavan bêne girtin. Dema ku ev hemû hatin nirxandin, em bi israr dixwazin sîstema tecrîdê ya Îmraliyê ji holê bê rakirin. Rakirina sîstema tecrîdê ya Îmraliyê bi pêkanîna du hevdîtinên parêzeran an jî sê hevdîtinên malbatê nabe. Ya esasî ew e ku di vê demê de ku em ê bikevin sala 26’an êdî azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan bikeve rojevê. Mafê hêviyê weke yek ji hincetên hiqûqî yên vê meselê xwedî heman encamê ye. Di heman demê de ji bo karibe di çareseriya pirsgirêka kurd de bi rengekî azad bi rola xwe rabe, hinceteke din a girîng e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar