Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Parêzer Guelbenzu: Tecrîd işkenceye

Parêzer Altamîra Ana Guelbenzu tev li konferansa PE'yê bû û balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku divê CTP û saziyên navneteweyî bikevin tevgerê û got: “Ji bo çareseriya siyasî û aştiyane ya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê azadiya Ocalan ferz e. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe, ne pêkane Tirikye bikeve YE’yê.”

Li bajarê Strasbourg a Fransayê li Parlamentoya Ewropayê (PE) bi hevkariya Yekitiya Parêzerên Ewropa ya ji bo Mafê Mirovan û Demokrasiyê (ELDH), Komeleya Demokrasî û Hiqûqa Navneteweyî (MAF-DAD) û Partiya Çep (Dîe Lînke), Tifaqa Pêşketî ya Sosyalîst û Demokratan (S&D)  bi sernavê ‘Li Tirkiyeyê maf û azadî: hiqûq, girtîgeh û pirsgirêka kurd’ konferas pêk hat.

Di konferansê de hat diyar kirin ku Tirkiye biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) pêk nayne, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan giran dike û ev tecrîd li ser hemû civakê belav bûye. Her wiha di konferansê de yek ji rojevên din jî bêdengiya CPT bû. Parêzer Altamîra Ana Guelbenzu ku tev li konfernasê bibû û her wiha di delegasyona tecrîdê ya navneteweyî de cih digire der barê konfernasê de, nirxandinên hatine kirin de axivî.

‘Divê Ewropayê rewşa heyî ya der barê kurdan de bibihîsta’

Altamira destnîşan kir ku li parlamentoya Ewropayê bi ser navê ‘Li Tirkiyeyê maf û azadî: hiqûq, girtîgeh û pirsgirêka kurd’ pêk hatiye û armanca konfernasê ev bû ku bin binpêkirinên mafan yên Tirkiyeyê yên li hember kurdan bên bihistin û wiha got: “Hewce bi vê konfernasê hebû. Divê saziyên navneteweyî û Ewropayê binpêkirinên mafan yên Tirkiyeyê bidîta. Ligel vê hewce heye ku sazî bikevin tevgerê. Divê rewşa girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bê başkirin û divê saziyên Ewropa zextê li Tirkiyeyê bikin.”

‘Tecrîd li ser hemû civakê ye’

Altamîra da zanîn ku di konferansê de sê rûniştin pêk hatine û di rûniştinan de daraza ku bûye siyasî û bandorek çawa li civakê dike hatiye nîqaşkirin û ev tişt anî ziman: “Me sê rûniştin pêk anîn. Di hemû panelan de alavên dijdemokratîk yên hikûmeta Tirkiyeyê hatin nîqaşkirin. Ferz bû ku em li ser bisekinin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan êdî bandor li ser hemû aliyên civakê dike. Li Tirkiyeyê zextek  mijara gotinê ye. Li ser jinan, LGBTÎ, parêzer, rojnameger û parêzvanên maf zextên mezin hene. Bi taybet piştî hewldana darbeya 15’ê tîrmehê hîn bêtir xera bûye.”

‘Girtîgehê ava bûne berê pergala darazê nîşan dide’

Altamîra destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di bêalîbûna pergala darazê de pirsgirêkên cidî hene û her roj girtiyên siyasî zêdetir dibin, ji ber vê girtîgehên nû tên ava kirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Pergala darazê ne bê alî ye. Kêmasiyên mezin hene. Piştî hewldana darbeye şûnde hejmara girtiyan zêde dibe. Girtîgehên nû tên avakirin. Ev jî nîşan dide ku pergala darazê bi ku ve diçe. Parêzvanên mafan tên girtin. Parêzer nikarin pîşeya xwe îcra bikin.”

‘Îmrali ji bo saziyê navneteweyî ezmûnek e’

Altamîra daxuyand ku dijhiqûqiya di pergala Îmraliyê de ji bo saziyên navneteweyî û demokrasiyê wek ezmûnekê ye û CPT pêşniyaran jî li ber çavan nagire. Altamîra berteka xwe wiha anî ziman: “CTP di îlona 2022’yan de çû Tirkiyeyê û der barê serdanê de rapor neweşand. Civaka navneteweyî li dijî vê bêdeng e. Hikûmeta tirk pêşniyarên di rapora CPT ya sala 2019’an de jî pêk neanî. Ji ber vê divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa pêngavên din nîqaş bike.”

Ev tecrîd nayê qebûlkirin

Altamîra balkişand ser tecrîdê û got pêşniyarên CPT û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa yên Ocalan No2  hene û got: “Di van xalan de dihat gotin ku divê destûra rêxistibûnê ji bo van girtiyan bê dayîn, divê ev girtî bi malbat û parêzeran re hevdîtinan bikin, divê riyên qanûnî yên ku dikarin îtîraz bikin hebin. Li gorî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê mafê azadiyê ya girtiyan hebe. Lê di mînaka Birêz Ocalan de hat dîtin Tirkiyeyê mafê hêviyê tune hesiband. Em bang li hemû kesî dikin ku divê  ev tecrîd neyê qebûlkirin.”

‘Ji bo çareseriyê azadiya Ocalan ferz e’

Altamîra wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çareseriya pirsgirêka kurd ji Îmraliyê derbas dibe. Heta pirsgirêk çareser nebin ne pêkane Tirkiye bikeve Yekitiya Ewopayê. Pirsgirêka kurd girêdayê tecrîdê ye. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya mayînde ya pirsigsrêka kurd divê Ocalan azad be. Tecrîd teşeyê îşkenceyê ye. Divê CPT û saziyên Ewropa rewşa li girtîgeha Îmraliyê biguherînin, dawî li tecrîdê bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar