Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtin bikin carek din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Parêzerên Ocalan piştî hevdîtina 18’ê hezîranê, bû cara 8’emîn serlêdan dikin lê bi tu awayî bersiv ji bo serlêdanên wan nayê dayîn
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Nevroz Ûysal, Mazlûm Dînç, Cengîz Yureklî û Faîk Ozgur Erol, ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan di 2’ê Gulanê de, di 22’ê gulanê de, di 12’ê hezîranê de û di 18’ê heziranê de bi giştî 4 caran bi miwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn.
Parêzerên Ocalan piştî hevdîtina 18’ê hezîranê, bû cara 8’emîn ku serlêdan dikin lê bi tu awayî bersiv ji bo serlêdanên wan nayê dayîn. STENBOL