Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo muwekîlê xwe hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Raziye Tûrgût, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo muwekîlê xwe hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Ocalan, Nevroz Ûysal û Rezan Sarica, piştî 8 salan di 2’yê Gulanê, 22’yê Gulanê, 12’yê Hezîran, 18’ê Hezîran û 7’ê Tebaxê de bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk anîbûn.
Ji 7’ê Tebaxê ve hemû serlêdananên parêzeran ên ji bo hevdîtinê ne bi erênî ne jî bi neyînî nehatine bersivandin. STENBOL