Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku zêdetirî 21 meh in agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Emran Emekçî ve Faîk Ozgur Erol ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 21 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Dadgeriya Înfazê ya Bursayê di 12’ê cotmeha sala 2021’an de ji bo 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re dabû Ocalan. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî di 22’yê mijdara sala 2021’an de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” a bi miwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Piştî bersivandina vê serlêdanê parêzer pê hesiyan ku biryara qedexeyê hatiye dayîn.

Biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ku di 12’ê cotmehê de hatibû dayîn, di 22’yê nîsanê de bi dawî bû. Li ser vê yekê parêzeran bi mebesta hevdîtinê gelek caran serlêdan kirin lê tu bersiv nehatin dayîn. Parêzeran vêcarê jî di 29’ê nîsanê de bi daxwaza hevdîtinê dîsa serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan.

Hevdîtina rûbirû herî dawî di 2019’an de hate kirin

Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan herî dawî di 25’ê Adara sala 2021’an de bi birayê xwe re li ser telefonê hevdîtin kir. Lê axaftin di nîvî de hatibû qutkirin. Her wiha parêzerên Ocalan jî herî dawî di 7’ê Tebaxa sala 2019’an de bi miwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn.

Cezayê disiplînê ji bo 3 mehan

Di heman demê de Serokatiya Lijneya Dîsiplînê di 3’yê sibata 2022’yan de cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re ya ji bo 3 mehan dabû Ocalan û ev biryar di 21’ê sibatê de teqez bibû. Ji bo ku hemû astengiyên derhiqûqî yên li pêşiya hevdîtina bi malbata re bên rakirin û hevdîtin çêbibin, parêzerên Ocalan di 28’ê adarê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Piştî ku ev serlêdan hatiye redkirin parêzer pê hesiyan ku biryara qedexeya hevdîtinê ya 3 mehan hatiye dayîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar