Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve bi tu awayî agahî jê nayê wergirti.. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê tecrîdkirî bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Parêzeran ji bo dîtina girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.