Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Raziye Turgut, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo ku bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Parêzerên Ocalan, Newroz Uysal û Rêzan Sarica, piştî 8 salan di 2’yê gulanê de, di 22’yê gulanê de, di 12’ê hezîranê de, di 18’ê hezîranê de û di 7’ê tebaxa 2019’an de çûbûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kiribûn. Parêzer ji 7’ê tebaxa 2019’an heta niha her hefte serî li serdozgeriyê didin lê heta niha hemû serlêdanên wan bêbersiv hatine hiştin. STENBOL