Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...
Çarşamba - 2 Ekim 2024

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Parêzer Marcellî: Abdullah Ocalan ne tenê rêbereke siyasî ye

Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û astengkirina hevdîtina bi parêzeran û malbatê re bertekên li qada navneteweyî didomin. Ji 22 welatên Ewropayê 350 parêzeran ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dabûn. Ji wan parêzeran Fabîo Marcellî, daxwazên xwe û tecrîda li Îmraliyê nirxandin.

Marcellî bibîr xist ku ji çar aliyên cîhanê bi sedan parêzer ji bo li Girtîgeha Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê bikin serlêdan kirine û wiha got: “Em hêvîdar in ku Wezîrê Dadê vê daxwaza ji bo hevdîtina parêzeran û malbatê ya Ocalan re qebûl bike. Ji ber ku Tirkiye demeke pir dirêj e vê normê binpê dike. Ji sala 1999’an û vir ve, mafê Ocalan ê hevdîtina bi parêzeran û malbata re tim tê binpêkirin û kêm caran pêk hatiye. Dema pêk hatiye jî di şert û mercên gelekî awarte de pêk hatiye.”

Marcelli anî ziman ku wan di nameya xwe de fikarên xwe anîne zimên û daxwaz kirine ku rû bi rû hevdîtinê bi Ocalan û girtiyên din re bikin. Marcellî, wiha domand: “Em bawer dikin ku dê Ocalan di warê demokrasiyê û mafên mirovan de tenê ne li Tirkiyeyê, tevkariyê li Rojhilata Navîn û qadeke berfirehtir jî bike.”

Bi domdarî Marcellî destnîşan kir ku astengkirin hevdîtina bi parêzeran û malbatê re tê wateya binpêkirina hiqûqê û ev tişt anî ziman: “Em helwesta Erdogan a di şerê Ukrayna-Rûsyayê de dibînin. Me diyar kir ku em dixwazin vê helwestê di rewşên din ên pevçûnî de jî bibînin, lê li Tirkiyeyê her diçe rewş aloztir dibe. Dema em li peywendiyên Tirkiyeyê yên bi cîranên wê re û têkiliyên wê yên bi kurdan re dinêrin, ji wê helwesta ji bo meseleya Ukraynayê tu tişt xuya nake. Ev helwesta Erdogan a li herêmê ne tenê di qada herêmî de, li qada navneteweyî jî dibe cihê talûke û rageşiyeke mezin. Jixwe Erdogan jî dixwaze vê rageşiyê binepixîne. Em dibêjin ku divê hemû hikûmet vê rewşê baş fêm bikin û ji bo jiholêrakirina vê gefê xwedî helwest bin.”

Tirkiye li gor qanûnên navneteweyî divê tevbigere

Di berdewamê de Marcellî destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêwîstî bi guhertineke binesaziyî heye û got ku ev yek encax bi naskirina mafê îfade û rêvebirina gelan pêkan e. Marcellî, destnîşan kir ku ev maf dê zirarê nedin yekparetiya axa Tirkiyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Helbet mafê Tirkiyeyê heye ku yekparebûna axa xwe biparêze lê li gorî hiqûqa navneteweyî ji bo vê şert û merc heye. Di wê mercê de tê destnîşankirin ku nîjad çi dibe bila bibe erka wê dewletê ye ku nasnameyên welatiyên li wê axê dijîn û mafê wan ê xwebirêvebirinê esas bigire. Tirkiye divê di vî warî de gavekê biavêje. Lê ji bo vê di rêgezan de guhertineke radîkal divê.”
Marcellî anî ziman ku Konfederalîzma Demokratîk a ji aliyê Ocalan ve hatiye pêşniyazkirin xaleke sereke ye ji bo aştiyê û hin guhertinên ber bi demokrasiyê ve û wiha derbirî: “Helbet di vî warî de divê hin guftûgo bên kirin; ev guftûgo beriya niha bi çend salan hatibûn kirin, lê ev mase ji aliyê dewleta tirkî ve hatibû hilweşandin. Niha jî li Tirkiyeyê zilmek berdewam e. Her wiha ev çewisandin ne tenê li dijî PKK’ê ye, li dijî tevahiya gelan e û li dijî HDP’ê ye jî ku partiyeke qanûnî ye. Ber bi hilbijartinan ve ev yek dibe cihê fikarên mezin.”

Tirkiye sûc dike

Di berdewamê de Marcellî bal kişand ser serlêdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê ya ji bo “mafê hêviyê” jî ku serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (YE) dabû. Marcellî bi lêv kir ku Tirkiye bi binpêkirina vî mafî sûc dike û got ku mafê her girtiyî yê xwegihandina tenduristiyê heye. Marcellî wiha got: “Lê dema em li mesela Ocalan mêze dikin ku em dibînin ku mafê wî yê tenduristiyê, pêwendîdanînê û hevdîtina bi parêzeran û malbatê re tê binpêkirin û bi îşkenceyê re rû bi rû dimîne. Em doza van mafên bingehîn dikin, lê radibin biryara bêparbûna ji mafê hêviyê didin. Ev maf hemû di rêgezên Neteweyên Yekbûyî de hatine pênasekirin. Ev mafên pênasekirî, mafên Ocalan in jî. Binpêkirina wan ne hiqûqî ye û sûc e.”

‘Divê Abdullah Ocalan bê berdan’

Marcellî anî ziman ku wî çend pirtûkên Abdullah Ocalan xwendine û axaftina xwe wiha qedand: “Abdullah Ocalan di van pirtûkan de ne tenê behsa pevçûnên xwe yên bi Tirkiyeyê re dike, her wiha behsa azadiya jinan, pirsgirêka hawirdorê, bîrdoziyên pêşverû, pirsgirêk û kêmasiyên van bîrdoziyan dike û diyar dike ku divê di partîkê de ev pirsgirêk çawa bên çareserkirin û behsa peresîna dewletê û awayê çûbûna wê ya di dema şaristaniya sumeran de dike. Perspektîfeke bêhempa ye. Divê Ocalan ne tenê wekî rêberekî siyasî, di heman demê de divê wekî ramanwer û zanayekî jî esas bê girtin û dawî li vê girtîbûna hovane bê. Ev kes ji sala 1999’an û vir ve di girtîgehê de ye û di şert û mercên giran de xebatên xwe yên ji bo dîroka rewşenbîriyê didomîne. Ev bûyereke pir taybet e. Ger ev kes di şert û mercên azad de karibe bixebite û hilberîne, ev dê bibe destkeftiyeke global.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar