Xwendina Azadiyê azad dike

Rêber Abdullah Ocalan piştî hat girtin li Zindana Îmraliyê tevî şertên herî giran û xerab, gelek pirtûk nivîsandin. Pirtûka Parastina Rihayê, Parastina Atînayê, Parastina...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Xwendina Azadiyê azad dike

Rêber Abdullah Ocalan piştî hat girtin li Zindana Îmraliyê tevî şertên herî giran û xerab, gelek pirtûk nivîsandin. Pirtûka Parastina Rihayê, Parastina Atînayê, Parastina...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...
Perşembe - 29 Ağustos 2024

Xwendina Azadiyê azad dike

Rêber Abdullah Ocalan piştî hat girtin li Zindana Îmraliyê tevî şertên herî giran û xerab, gelek pirtûk nivîsandin. Pirtûka Parastina Rihayê, Parastina Atînayê, Parastina...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Parêzer Mîchale Arrîcale:Tevî hemû polîtîkayan fikrên Ocalan nayên tecrîdkirin

Ji 22 welatan 350 parêzerî bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî be name ji wezareta dadê re şandin. Mîchela Arrîcale ku ew jî nav de cih digire da zanîn ku hîna bersivek ji bo serlêdana wan nehatiye dayîn û fikrên Ocalan nikarin bên tecrîdkirin.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 1999’an heta niha li Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye. Ji Abdullah Ocalan û girtiyên din ên gel wî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ev 20 meh in agahî nayên girtin.  Hevdîtinên parêzerên Abdullah Ocalan û girtiyên din bi hinceta qedexeyên hevdîtina parêzeran a 6 mehan û hevdîtinên malbatê jî bi hinceta cezayên dîsîplînê yên sê mehan yên dadgeriya înfaza Bursayê dane tên astengkirin.

Bersiva nameya 350 parêzerî tune ye

Tevî hemû serlêdanên tên kirin hevdîtin nayên kirin. Ji 22 welatî 350 parêzerî bi armanca tecrîd bi dawî be ji wezareta dadê re name şandin û name li Bruksel a Belçîkayê  bi daxuyaniyek çapemeniyê ji rayagiştî re hat parvekirin. Lê ji bo nameyê ne bersivek erênî ne jî neyînî tune.

Hevseroka Koma Mudaxaleya Hiqûqî ya Navneteweyî\Navenda Lêkolîna li ser Demokrasiyê (CRED/GIGI)  Mîcleha Arrîcela ku wê jî îmze avêtibû nameyê ji Ajansa JinNewsê re axivî.

 ‘Fikrên Ocalan nayên tecrîdkirin’

Mîchela da zanîn ku Abdullah Ocalan di şertên dijmirovane de dijî û her wiha tecrîd dijqanûniye û ne rewaye. Mîchela bi lêv kir ku tevî hemû polîtîkayên dewletê Abdullah Ocalan nikare bê tecrîdkirin û wiha got: “Tayyîp Erdogan ji Abdullah Ocalan ditirse. Her tişt vê nîşan dide. Ocalan li hember hegemonya xwe xetereya herî mezin dibîne. Ji ber vê jî tecrîd dike. Bêguman tu eleqeya vê bi hiqûqa dewlet an jî mafan tune. Ocalan girtiyê siyasî ye, ji ber vê jî li dijî qanûnê dihêlin.”

‘Ji fikrên Ocalan ditirsin’

Mîchela di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Em behsa tirsên Erdogan dikin.  Lê Erdogan ji fîgura Ocalan wêdetir ji fikr û nêrînên wî ditirse. Desthilatdarî naxwaze Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi derve re tu têkiliyê deyne. Ji ber gotinên wî gelek bi bandor in. Pêşerojê xêz dike.Wezareta Dadê ji bo serlêdana parêzerên Ewropayê tu bersivek neda. Daxwaza me di alî hiqûqê de daxwazeke rewa ye. Lê biryarên di mijara Ocalan de tên dayîn ne qanûnî ne. Tu aliyê qanûnî yê şertên tecrîda li ser Ocalan tune ne.”

‘Qada navneteweyî tecrîdê nabîne’

Mîchela di berdewamiyê de destnîşan kir ku rayagiştî ya navneteweyî tecrîda li ser Abdullah Ocalan ji nedîtîve tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nêzîkatiya rayagiştî ya navneteweyî ya li hember Ocalan nakokiyek mezin nîşan dide. Qada Navneteweyî di mafê mirovan de her tim di eniya pêş de cih digirin heta ji bo vê li seranserê cîhanê şer didin destpêkirin lê  mixabin li dijî binpêkirina maf dengê xwe dernaxin. Banga azadkirina Ocalan li gorî min ji banga aştiyê cudatir nîne. Li gorî min azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan wê  hawira aştiyê pêk bîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar