Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Parêzer Nuray: Plana tasfiyekirina siyaseta demokratîk bi ser neket

Parêzer Nuray Ozdogan a bal kişand ser birîna cezayên giran a li siyasetmedarên kurd a di Doza Kobanê de diyar kir ku dadgehê ceza daye têkoşîna jinan û got:"Plana tasfiyekirina siyaseta demokratîk bi ser neket. Loma jî doza duyem hat vekirin."

Çeteyên DAIŞ’ê bi beralîkarina şefê faşîst Erdogan şrîşî Kobanê kir. Gelên Kurdistanê û yên cîhanê ji bo azadiyê berê xwe dan Kobanê li hemberî çeteyên şefê faşîst Erdogan şer kirin. Şervanên azadiyê li Kobanê tevî çeteyên DAIŞ’ê hişmandiya wan a tarî û hovane jî têk bir. Şefê faşîst Erdogan ê ku xwe li ber serkeftina mirovahiyê ranegirt bi hinceta çalakiyên 6-8’ê cotmeha 2014’an de dest pê kirin, tevî Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 18 jê girtî li 108 siyasetmedaran doz hat vekirin. Doza di 16’ê gulanê de bi encam bû. Dadgehê bi dehan salan ceza li siyasetmedaran birî.

Parêzer Nuray Ozdogan re derbarê pêvajoya Doza Kobanê de, encamên wê û doza duyem a hat vekirin de pirsên Roza Metîna ya JINNEWS’ê bersivand.

Doza Kobanê bi encam bû lê belê nîqaşên derbarê dozê de hîn didomin, wê hîn demeke dirêj bê nîqaşkirin, di destpêkê de em vegerin destpêka Doza Kobanê çima ev doz hat vekirin, armanc çibû?

Ne pêkan e ku bêyî em pêvajoya dîrokî bi bîr bixin em vê doza bi armanca qirkirina siyasî hat vekirin, şîrove bikin. Li dijî lawazkirina hafizaya me ya ji aliyê îktidara heyî û dewletê ve, li dijî hewldana bicihkirina dîroka di hişê mirovan de ya li gor xwe nivîsandine divê em jî têkiliya dîrokî ya têkoşîna xwe her carê bi bîr bixin û binirxînin.

Di Doza Kobanê de sûcdarkirina li dijî siyasetmedarên me ji 2014’an vir ve dest pê dike. Yanî di serdema pêvajoya çareseriyê de. Di heman demê de ev serdema herî girîng a têkoşîn û berxwedana li dijî rêxistina ÎŞÎD’ê ya destbixwîn e. Di vê serdemê de ji aliyê ÎŞÎD’ê ve jinên êzidî û zarok hatin revandin, destdirêjiya sîstematîk li wan hat kirin û ev li ber çavên cîhanê pêk hat. Di hefteya ewil a Cotmeha 2014’an de hewldana qirkirina li Kobanê ji nêz ve dihat hîskirin. Wê demê ji aliyê cîhanê ve bang li Tirkiyeyê dihat kirin. Daxwaza vekirina korîdora alîkariyê ya ji deriyê sînor ê Murşitpinarê dihat kirin. Lê belê hukumet û dewletê li dijî vê yekê demeke dirêj li berxwe da. HDP’ê û sazî û dezgehên siyasî ji bo piştevaniya bi Kobanê re hemû hêza xwe ya siyasî bi kar anî. Ji bo girseya xwe jî banga piştevaniya zelal kir. Di bingeha birîna cezayên giran û vê doza kumpasê de ev bang cih digire.

Ji vir ez dixwazim xwe bigihêjînim vê encamê. Wekî ku maseya pêvajoya çareseriyê hat hilweşandin tê xwestin ev pêvajoya bi hawê ku careke din neyê fikirandin, bê cezakirin. Armanca duyem jî ew e ku tol ji Kobanê ya têkoşîneke dîrokî da bê hilgirtin. Tevî piştgiriya bi ÎŞÎD û rêxistinên cîhadê yên dinê re jî Kobanê bi ser ket. Loma dixwazin tolê ji Kobanê hilgirin. Li gor min xwestin bi vî rengî polîtîkayên şer jî hîn zêde têxin meriyetê.

Hûn pêvajoya darazê ya têkildarî Doza Kobanê çawa dinirxînin ?

Ev doz piştî doza KCK’ê yek ji doza herî mezin a li dijî îradeya têkoşîna bi hev re ya gelê kurd bû. Li ser kursiyê di nava cuppeyên dozger û dadgeran de hevkariya dewlet-hukumetê hebû. Ji bo dozê heyeta dadgehê ya taybet hat avakirin. Dozgerên taybet hatin tayinkirin. Di vê doza ku gelekî zehmet bû bi derfetên dadgehê bê meşandin de ekîbên taybet hatin avakirin. Ji bo vê yekê budçeyeke mezin hat veqetandin. Pergaleke paralelî pergala darizandina heyî hat avakirin. Rûniştin di nav kampusa girtîgehê de di binê şertên awarte de hatin lidarxistin. Li gor salnameya siyasî pêvajoya dozê jî carê diguherî. Tiştê ku şandeya dadgehê diyar kir ne parastinên girtiyan ne jî parastinên parêzeran bû. Şande li gor meşandina siyasetê biryarên xwe yên navberê bi teşe kir. Girtî wekî mehkûmên ku ji bo bên înfazkirin anîbûn dadgehê. Lê belê girtiyan bi parastinên xwe û dirûşmên xwe her tim jiberkirina vê dadgehê xera kirin. Tundiya darazê ya dadgehê li dora 4 salan dewam kir.

Dewsa endamên DAIŞ’ê bên darizandin kesên li dijî vê zihniyetê li ber xwe dan hatin darizandin û cezayên giran li wan hatin birîn. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Ji bo bersiva vê pirsê divê em li 4 dosyayên komkujiyê yên ÎŞÎD’ê bi hevkarên xwe li Tirkiyeyê kirine, binêrin. Di eslê xwe de em li van dosyana binêrin bes e. Dema em li agahiyên dosyayên komkujiyên li Dîlok, Enqere, Pirsûs û Amedê dinêrin em dibînin ku pêşî li van komkujîna nehat birîn berovajî vê yekê ji bo ev komkujî pêk werin karê kujeran hatiye hêsankirin. Bifikirin ku ÎŞÎD’yên ku di bin şopandina fîzîkî û teknîkî de ne komkujiyê dikin û piştre jî bi wesayitên xwe paş vedigerin û bi rojan bi awayekî eşkere depoyan vala dikin. Hinek jî ji bo birevin tên tehliyekirin. Dozger klasorên delîlan vedişêrin. Û hîn gelek meseleyên din hene.

Tirkiye bû baregeha lojîstîk a herî girîng a ÎŞÎD’ê. Hîna jî cihê ku lê herî hêsan xwe bi rêxistin dikin Tirkiye ye. Li vir hevkariya polîtîk û îdeolojîk mijara gotinê ye. Ji ber ev hevkarî dewam dike kesên li dijî ÎŞÎD’ê li berxwe dane tên darizandin. Ev mirov şaş nake. Hemû derfetên di destên xwe de ji bo ev hevkarî xurt bibe tê bikaranîn.

Di Doza Kobanê de jinên siyasetmedar jî hatin cezakirin. Em dikarin bêjin biryara derbarê dozê de hat dayin di heman demê de biryareke li dijî têkoşîna jinên kurd e ?

Hinek kirdeyên têkoşîna jinên kurd bi hemû gotinên xwe ev têkoşîn li eywana rûniştinê anîn ziman. Têkoşîna jinên kurd yek ji têkoşîna şoreşgerî ye. Bi gotin û pratîka xwe. Bi biryara dadgehê têkoşîna jinên kurd bi awayekî giran hat cezakirin. Di rûniştinê de jinên girtî, aliyê mêrane û şerûd ên sîstema serdest a mêr, deşîfre kir. Jinan nêzîkatiya zayendperest a li dijî xwe û parêzerên jin her tim rexne kirin.

Helwesta serhildêr a jinên girtî jiberkirina her tim xera kir. Darizandina siyaseta bi tecrubeya têkoşîna jinên kurd tê meşandin nayê qebûlkirin.

Di hilbijartinên 31’ê Adarê yên herêmî de îktidara AKP-MHP’ê darbeyeke mezin xwar. Piştre jî Doza Kobanê bi encam bû. Em dikarin têkiliyeke çawa di navberê de ava bikin? Em dikarin bêjin ev hilgirtina tolê ye?

Ez difikirim ku ev biryar ji zû de ye hatiye amadekirin. Dibe ku piştî hilbijartinê bi rotuşan rû bi rû mabe. Lê ez dibêjim ji serî de şandeyê biryar bi xetên giştî dizanîbû. Ev doza xwedî armancên dûdirêj e. Ev doz hilbijartinên giştî û herêmî derbas dike. Elbet ev doz her tim wekî alava gefxwarin û bazarê di dest hat girtin û derxistin pêş.

Der barê siyasetmedarên di Doza Kobanê de tên darizandin de biryarên Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hene. Peyamên bi rêya hesabê medyaya dîjîtal a HDP’ê hatin şandin wekî sûc hatin qebûlkirin, lê AÎHM’ê ev yek weke azadiya îfadeyê bi nav kir. Biryar nehat bicihanîn û cezayên giran hatin birîn. Tu ji bo vê yekê dibêje çi?

Di doza kumpasê ya Kobanê de dewletê twita HDP’ê di 6’ê cotmehê de ji bo li dijî komkujiya ÎŞÎD’ê piştevanî çêbibe, weşandibû wekî sûc dît. Xwest endamên MYK’ê ji mirina 37 kesî berpirs bê dîtin.

Di 20’ê Mijdara sala 2018’an de di biryara binpêkirina yekemîn a  Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der barê Selahattîn Beg de, dadgehê biryar da ku îfadeya HDP’ê ya di 6’ê Cotmehê de di çarçoveya azadiya îfadeyê de ye. Ev doz veguheriye darizandineke siyasî. Armancek siyasî ya veşartî bû ev yek, loma girtina wî binpêkirinek eşkere kir. Di vê qonaxê de 4 sal û 8 meh cezayê propagandayê yê li Selahattîn Beg hatibû birîn, bi lez û bez di nava 40 rojî de hat erêkirin. Bi vî awayî hat diyarkirin ku Demîrtaş ê ku li gorî biryara DMME’yê diviyabû bihata berdan, ji ber vî cezayî dawî hat binçavkirin. 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a ku rûniştina Selahattîn Bey lê dewam dike, beriya danişîna 18’ê Îlona 2019’an a Dadgeha Bilind a DMME’yê di 2’ê Îlona 2019’an de biryara berdana wî da. Armanc ew bû ku ji dadgehê re bê ragihandin ku di vê dosyayê de girtî tune ye û dadgehê biryara binpêkirinê daye. Lêbelê, Odeya Mezin li ser binpêkirinek cidî biryar da, her du dosya vegirt. Piştre li ser serlêdana Fîgen Yuksekdag û 13 parlamenterî bi heman rengî biryara binpêkirinê hat dayîn. Bi gotineke din, 3 biryarên DMME (ku yek ji wan Dadgeha Mezin e) û biryarên binpêkirinê hene. Tevî ku diviyabû her kesî berat bikira jî, dîlgirtina siyasî bi cezayên giran dewam kir.

Di hemû qonaxên dozê de komploya siyasî û edlî nîşan dide. Dadgehê biryarek li dijî aqil û hiqûqê da. Li vir siyaseta demokratîk ceza kirin.

Ev doz ne doza HDP’ê ye û ne jî tenê ya kurdan e. Doza Tirkiyeyê ye. Armanca vê dozê cezakirina her kesên ku li dora siyaseta HDP’ê dibin yek. Ji ber vê yekê jî hikûmetê hemû saziyên dewletê weke muşteki xistin nava dozê.

Di dawiyê de duyemîn Doza Kobanê hat vekirin, hûn dixwazin li ser vê yekê çi bibêjin?

Tevî manîpulasyonên siyasî û kêmasiya eleqeya raya giştî ya demokratîk ji destpêka dozê ve, hemû siyasetmedaran pêvajoya Kobanê hembêz kirin û bi parêznameyên dîrokî hemû polîtîkaya partiyê ya heta wê rojê ji nû ve hilberandin. Qeydên dozê jî xwendinek dîrokî ya siyasî ya mezin eşkere kir.

Doz niha di qonaxa îstinafê de ye. Duyemîn Doza Kobanê jî hat vekirin. Rûniştina doza ku Huda Kaya di girtîgehê de ye dê di 25’ê hezîranê de bê dîtin. Têkçûna plana tasfiyekirina siyaseta demokratîk bû sedem ku em bi Doza Kobanê ya nû re rû bi rû bimînin.

Siyaseta kurd a Demokratîk bi pêkhate û tifaqên xwe ve yekane kilîta pêkanîna hêviya demokrasiyê ya li vî welatî ye. Ji ber vê yekê pêwîst e em li dijî van dozên komployê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar