Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Parêzer Ozturk: Divê em têkoşîna li dijî tecrîdê bilintir bikin

Parêzer Raziye Ozturk diyar kir ku mirov nikare pêkanînên li Îmraliyê tenê bi têgeha tecrîdê pênase bike û wiha got: “Ev polîtika tecrîd derbas kiriye. Li Îmraliyê tecrîda qat bi qat hatiye hişkirin heye. Bi temamî têkiliya girtiyan û derve hatiye qutkirin. Divê em têkoşîna li dijî tecrîdê bêtir bilind bikin."

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li êşkencexaneya Îmraliyê di bin tecrîda mûtleq de tê ragirtin û 38 meh in agahî ji Rêber Apo, Hamîlî Yildirim, Omer Hayri Konar û Veysî Aktaş nayê girtin. Parêzer û malbat bi tu awayî nikarin biçin serdanê. Li Girava Îmraliyê têkilî ji bînî ve hatiye qutkirin. Têkildarî tecrîda heyî Midûriyeta Giştî ya Malên Tefkîf û Ceza ya girêdayî Wezareta Dadê bersîv da parlamenterê DEM Partiyê û îdiaya:”Tecrîd tune ji mafê xwe sûdê digire” kir.

Têkildarî mijarê parêzera Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk nirxandin kir. Ozturk bal kişand ser bêhiqûqî û tundtiya li Îmraliyê. Ozturk destnîşan kir ku dixwazin parêzeran li dervê pêvajoya Îmraliyê bihêlin û wiha got: “Mirov nikare van geşedanan tenê bi têgeha tecrîdê pênase bike. Van polîtikayan tecrîd derbas kiriye. Li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê tevcrîda qat bi qat hatiye hişkkirin heye. Bi temamî têkiliya girtiyan û derve hatiye qutkirin. Ev girtîgeh ji aliyê Rejîma Înfaza Giran ve tê meşandin.”

Tehliyeye Veysî Aktş salekê dirêj kirin

Parêzer Ozturk anî ziman ku muwekîlê wan Veysî Aktaş 30 sal in girtî ye û wiha axivî: “Li gel 30 saliyên xwe dagirtiye jî bernedan. Ev jî parçeyekî tecrîdê ye. Lijneyên Çavdêriyê yên Îdarî piştî 2020’an hatin avakirin. Piştî ev Lijne hatin avakirin, êdî girtiyên ku cezayên wan diqedin jî wan bernadin. Beriya 2020’an girtiyek eger 3 cezayê wî yê hucreyê tune bûya ew serbest berdidan. Lê Veysî Aktaş di salên 1990’î de hatiye girtin û dixwazin cezayê wî yê berê jî wekî piştî 2020’an bidin xuyakirin. Me di 28’ê nîsanê de serî li îdareyê da. Gotin 1 sal cezayê Veysi Aktaş dirêj kirine. Me li dijî vê yekê daxwaznameya îtîrazê da Edliyeya Bûrsayê. Lê Dozgeriyê daxwaznameya me qebûl nekir. Ji ber vê yekê me bi rêya Edliyeya Stenbolê îtîraz kir. Têkildarî van mijaran em îtîrazên xwe berdewam dikin. Em vê dosyayê dibin Dadgeha Cezayê Giran.”

Biryarên cezayên dîsîpîlînê bi parêzeran re parve nekirin

Ozturk, anî ziman ku di vê pêvajoyê de hîn bûn kû biryara qedexeya malbatan jî girtine û wiha pêde çû: “Hem em nikarin bi muwekilên xwe re hevdîtinê bikin. Hem jî malbat nikarin bi zarokên xwe re hevdîtinê bikin. Li aliyê din xebatên hiqûqî yên li dijî van binpêkirinên mafan jî astang dikin. Biryara cezayê dîsîplînê bi me re parve nekirin. Li gel vê yekê em dîsa îtîraz dikin. Gelek caran îtîrazên em dikin li ber çavan nagirin. Di cezayê dîsîplînê yê dawî de jî heman tişt anîn serê me. Em daxwaznameyan didin, lê bê bersîv tên hiştin. Îtîrazên me nayên nirxandin. Tu bingeqa qedexeyan tune ye. Ceza li muwekilê me dibirin, lê diyar nakin ji ber kijan sedemê ceza birîne. Ji ber ku di demên pêş de rewşa ku dosyayan bibin DMME û AYM’ê. Em vê pêvajoyê tevî di aliyê hiqûqî de teşîr dikin û têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam dikin.”

Girtî li girtîgehan di çalakiyan de ne

Ozturk bal kişand ser îdîaya Wezareta Dadê ya “Tecrîd tune ye” û wiha berdewam kir. “Wezareta Dadê îdîa dike ku tecrîd tune. Bi vê yekê têkoşîna me ya li dijî tecrîdê bêwate dike. Vê bersîva wezaretê em matmayî nehişt. Ji ber ku berê jî dema me serî li AYM’ê da hikûmetê her tişt înkar kiribû. Ev nîşan dide ku tevî rastî li holê ne jî rastiyan înkar dike. Hebûna xwe li ser înkarê ava kirine. Me dixwest wezaret edaletê temîn bike. Lê tecrîdê asayî dike. Em dixwazin vê îşkence û tecrîdê bi dawî bikin. Çawa ku mafê ziman, çandê yê kurdan înkar dikin, tecrîdê jî înkar dikin. Dixwazin têkoşîna me ya li dijî tecrîdê daxin asta ‘Tecrîd heye an tecrîd tune ye’ Niha li dijî tecrîdê panel, semîner, mîtîng, civîn, meşên dirêj hatin lidarxistin. Nobetê edaletê hatin girtin. Girtî li girtîgehan di çalakiyan de ne. Gelek çalakiyên cuda tên lidarxistin. Wezîr bi vê bersîvê dixwaze vê têkoşînê pûç bike. Lê emê ji berê bêtir tecrîdê teşîr bikin. Ji ber ku tecrîd rastiyek ku nayê înkarkirin e.”

Prz. Raziye Ozturk, bêdengiya CPT û DMME’ê ya li dijî tecrîdê jî rexne kir û wiha axivî: “Ev sazî xwedî erk û berpirsiyar in ku îşkence û binpêkirina mafan asteng bikin. Ji ber vê yekê em bi israr bang li van saziyan dikin ku erka xwe pêk bînin. Dosyayên me yên tecrîdê ji sala 2011’an heta niha li DMME’ê rawestiya ne.Em dibînin ku di vê pêvajoyê de ji xeynî dosyayên me yên hatine rawastandin tune ne. Ji 2011’an heta niha serlêdana me ya DMME’ê nehatiye bersivandin. Tirkiye ji vê yekê hêzê digire û bêtir mafan binpê dike. Me dosyayên cezayê muebeta giran a Birêz Ocalan danîn pêş komîteya Wezîran. Lê heta niha rêbazek bi bandor pêş nexistin.”

‘Tirkiye daxwazên NY’ê pêk neanî’

Ozturk bal kişand ser rola CPT’yê jî û wiha lê zêde kir: “CPT pir sist dimîne. Tu hêza bi bandor a CPT tune ye. Wekî ew jî tînin ziman tenê bi erêkirina dewletan raporan parve dikin.” Ozturk, bal kişand ser rola Neteweyên Yekbûyî (NY) jî û wiha bi dawî kir: “Ji 25’ê adara 2021’an heta niha em tu agahiyê ji muwekilê xwe nastînin. Me têkildarî mijarê serî li Komîteya Mafên Mirovan da. Di encama van serlêdanan de 2 caran Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê ji bo biryarên tedbîrê têkevin meriyetê serî li Tirkiyeyê dabû. Lê Tirkiyeyê ev daxwazên NY’ê pêk neanîn. Pêvajoya me ya ji bo vê yekê berdewam dike. Hevdîtinên me yên bi Komîsyonên Jêr ên NY’ê re berdewam dike. Em hewl didin ku hemû saziyên têkildarî mafên mirovan û hiqûqê têxin nava tevgerê. Ji ber ku daxwazên me pir rewa û mirovî ne. Têkoşîna me ya li dijî cezayê dîsîplînê û tecrîdê berdewam dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar