Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Parêzer Şakar: Ji bo çareseriyê divê qedexeya ser PKK’ê rabe

Parêzer Mahmût Şakar diyar kir ku ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin, hewceye qedexeya li ser PKK’ê rabe û wiha got: “Heke welatên ewropî di çareserkirina pirsgirêka kurd de jidil bin, divê dev ji siyaseta xwe ya ku xwe dispêre gotina terorê, berdin.”

Ji 26’ê mijdara sala 1993’yan heta niha li Almanyayê qedexeya li ser PKK’ê berdewam e. Parêzer Dr. Peer Stolle û Dr. Lucas Theune li dijî vê qedexeyê ketin nava hewldanan û ji bo rakirina vê qedexeyê di 11’ê gulanê de serî li Wezareta Karên Hundir a Almanyayê dabûn. Di serlêdanê de parêzeran xwestin ku qedexeya ku rê li ber krîmînalîzekirina kurdan, darizandina siyasetmedar û aktîvîstên kurd û qedexekirina sembol û alayan PKK’ê vedike bê betalkirin. Komeleya Hiqûq û Demokrasiyê ya Navneteweyî (MAF-DAD) salên dûvdirêj e ku ji bo PKK ji lîsteyên qedexeyan bê derxistin têdikoşe. Endamê Lijneya Rêveber a MAF-DAD’ê Mahmût Şakar têkildarî qedexeya li ser PKK’ê û serlêdanên ji bo vê hatine kirin bi Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Parêzer Mahmût Şakar anî ziman ku bi PKK’ê re têkoşîneke modern a kurdan dest pê kir û wiha domand: “Têkoşîna gelê kurd û ya PKK’ê piştî sala 1984’an weke têkoşîna çekdarî berdewam kir. Di vê pêvajoyê de li ser navê NATO’yê dewleta ji ewil li dijî têkoşîna gelê kurd helwesta xwe diyar kirî, Almanya bû. Girtin, binçavkirin, astengkirina xebatên siyasî û civakî ji sala 1988’an heta niha li Almanyayê berdewam in. Di vê çarçoveyê de mirov dikare bibêje, siyaseta krîmînalîzekirinê ya Almanyayê bi qasî dîroka PKK’ê kevn e. Gelek kes vê helwesta Almanyayê weke helwesta NATO’yê dinirxînin. Di sala 94’an de gelek siyasetmedarên kurd li Almanyayê hatin darizandin ku jê re dibêjin darizandinên Dusseldorfê. Mezintirîn darizandina komî bû. Piştî vê bûyerê jî Almanyayê di 26’ê mijdara 1993’yan de giştînameyek parve kir û diyar kir ku PKK û çalakiyên wê hatine qedexekirin. Bi vê yekê re komele û ajansên nûçeyan hatin girtin. Di 2002’yan de Qanûna Cezayan a Almanan di 2002’yan de xala 129-B li xala 129’an zêde kir. Di vê xalê de sûcê endamtiya rêxistinên terorê dihat sererastkirin. Piştî sala 2010’an jî ev xal li dijî PKK’ê hat bikaranîn. Di vê çarçoveyê de bi dehan kes û rêveber hatin darizandin û girtin. Ev qedexeyên li Almanyayê her ku diçe zêdetir dibin.”

 Têgeha terorîzmê

Mehmet Şakar bi bîr xist ku piştî êrîşa li dijî Navenda Bazirganiyê ya sala 2001’an a li DYA’yê, têgeha “terorîzmê” li seranserî cîhanê bû konseptek û wiha domand: “Yekitiya Ewropayê (YE) li dijî vê gotinê ‘lîsteya terorê’ amade kir. Lê belê Almanyayê hêj ji pir zû ve li dijî PKK û têkoşîna gelê kurd siyaseta krîmînalîzasyon û qedexeyê dabû destpêkirin. Di hêla hiqûqê de tu aliyekî hiqûqî yên têgehên teror, terorîzm û terorîstê nîne. Têgehên polîtîk in û li gorî dem, cih û welatan diguhere. Têgeheke ku dewlet li dijî muxalîfan bi kar tînin da ku bibin hedefên rewa û bikarin li dijî wan her hewldanekî bikin. Piştî êrişa li DYA’yê ev têgeh pir guherî. Neteweyên Yekbûyî (NY), YE û gelek dewletan lîsteyên xwe yên terorê derxistin. Êdî her dewlet ji kê aciz bibe, li dijî wan têgeha ‘terorê’ bi kar tînin.”

‘Tirkiye têgeha terorê li hemû cîhanê ferz dike’

Bi domdarî Şakar anî ziman ku Tirkiye têgeha “terorê” li dijî kurdan û PKK’ê zêde bi kar tîne û wiha domand: “Beriya têgeha teror û terorîzmê, Tirkiyeyê ji bo serhildanên kurdan têgehên ‘rêbir’ bi kar di anî. Têkoşîna PKK’ê jî bi têgehên teror û terorîzmê pênase kir û hewl da ji rastiya wê ya dîrokî dûr bixîne. Zimanê wê yê nerewa û polîtîk a li dijî 28 serhildanên kurdan çi bûye, heman ziman bo PKK’ê bi kar anî. Sedema vê jî polîtîkaya wê ya înkarê ye. Ev 40 sal in ji hemû desthilatdariyan heta mekanîzmayên dewletê, ji çapemeniyê heta akademîsyenan, tevahiya dewletê PKK’ê weke terorîst pênase dikin. Hemû têkiliyên xwe yên aborî û siyasî yên bi dewletên din re jî li ser vê bingehê ava dikin. Pênasekirina PKK’ê weke terorîst, weke şertê ewil di danin pêşiya wan. Weke mînak; li Zelandaya Nû bi giştî belkî 10 kurd jî nînin. Lê piştî serdana Erdogan, Zelandaya Nû PKK xist lîsteya terorê. Anku Tirkiyeyê ne tenê ev têgeh bi kar anî, li hemû cîhanê ferz kir. Mirov dikare bibêje ku li şûna pênaseya kurd û pirsgirêka kurd, têgeha terorê bi cih kir.”

‘Vîzyona PKK û kurdan li seranserî cîhanê guherî’

Şakar, daxuyand ku peyva “terorîzmê” ku li dijî PKK’ê tê bikaranîn, bi mebesta rewakirina parçekirina Kurdistanê û înkarkirina kurdan e û wiha pê de çû: “Ez bi xwe vê gotina DYA û hêzên navneteweyî û rojavayî, weke pênaseya wan a ji bo pirsgirêka kurd dinirxînim. Anku ji PKK’ê zêdetir divê weke parçeyeke nêzikatiya wan a li dijî pirsgirêka kurd bê nirxandin. Vî zimanî kiriye ku kurd heta roja me ji hev parçe bibin û bêstatû bijîn. Têkoşîna li dijî vê pênaseyê tê kirin jî divê weke têkoşîna li dijî bêstatûbûn, înkar û jihevparçekirina kurdan bê nirxandin. Di serî de gelê kurd, gelek miletên Rojhilata Navîn, rêxistinên civaka sivîl ên Ewropayê, siyasetmedar û hwd. vê gotina li dijî PKK’ê qebûl nakin. Li dijî vê têdikoşin. Li Şengalê rizgarkirina bi hezaran êzdiyan, têkoşîna wan a li dijî DAIŞ’ê, xeta azadîxwaziya jinê û hwd. re bêhtir hat naskirin. Vê jî kir ku ew tawanên Tirkiye û hêzên hegemonîk parçe parçe bibin. Bi Şoreşa Rojava re vîzyona PKK û kurdan a li seranserî cîhanê guherî. Anku gotina ‘kurd û teror heman tiştin’ êdî ji sala 2010’an ve parçe parçe bû.”

 ‘Gelê kurd li ewropayê weke stêrkê dibiriqe’

Derheqê ji bo rakirina qedexeya ser PKK’ê jî parêzer Şakar ev nirxandin kir: “Ji bilî vê rewşa hiqûqî ya li Almanyayê, her wiha têkoşîneke li dijî vê krîmînalîzasyonê jî heye. Gelek rêxistinên civaka sivîl û sazî li dijî vê biryara qedexeyê xebatan dikin. Di encama van xebatan de di raya giştî ya Almanyayê de bandoreke baş çêbûye. Civaka kurd ne tenê li Almanyayê lê li seranserî Ewropayê mîna stêrkekê dibiriqe. Eleqeyeke zêde heye bo kurdan û geşedanên derheqê kurdan de ji nêz ve tên şopandin. PKK’ê li dijî DAIŞ’ê nirxên mirovahiyê parastin û qedexeya li ser wê, di raya giştî de rê li ber nîqaşan vedike. Heke ev xebat bêhtir bibin, li gorî min dê piştgiriya rêxistinên civaka sivîl û gel zêdetir bibe.”

 ‘Bi qedexeyan re Almanya û ye piştgiriyê didin tundiya Tirkiyeyê’

Şakar, da zanîn ku qedexeya li ser PKK’ê tê wateya qedexekirina mafên bingehîn û azadiya gelê kurd û wiha derbirî: “Ji ber ku dema em li polîtîkaya Almanyayê ya ji sala 80’an ve dinihêrin, dibînin ku bi hezaran kurd hatin mexdûrkirin, nehiştin têkoşîna gelê kurd bêhtir bê dîtin û rê li ber pirsgirêkên mezin ên madî û manewî vekir. Anku encamên siyasî û civakî ji encamên hiqûqî pir girantirin. Tirkiye hemû sepanên xwe yên tundiyê bi hinceta lîsteya ‘terorê’ û qedexeya YE’yê dike. Weke mînak, dagirkirina Efrînê, guherandina demografyayê, koçberkirina kurdan, bişaftin, rûxandina bajaran, qetilkirina bi sedan mirovan, şewitandina ciwanan a li jêrzemînan û hwd. Temamiya van sepanan hewl dide bi gotina ‘em li dijî terorê têdikoşin û li dijî rêxistineke qedexe têdikoşin’ rewa bike. Anku dema ev arguman ji destê wê hate derxistin, êdî dê tiştekî ku bikare bibêje nemîne. Dema em ji vê hêlê ve lê dinihêrin, dibînin ku qedexeya PKK’ê ya Almanyayê û girtina PKK’ê ya di lîsteya YE’yê de tê wateya piştgiriya bi polîtîkaya tundiyê ya li dijî gelê kurd. Heta ku PKK di van lîsteyan de be, dê tundiya li ser kurdan û Kurdistanê bidome. Sedema tevahiya zilm, zext û komkujiyên li dijî kurdan, ew kesên li Almanyayê ev qedexeye derxistin û ew hêz in ku PKK’ê di lîsteyê de digirin. Ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk bê çareserkirin, divê PKK ji van lîsteyan bê derxistin.”

‘BIryara dadgeha Belçîkayê biryareke dîrokî ye’

Şakar, got ku ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê divê li gel têkoşîna hiqûqî her wiha amûrên têkoşîna demokratîk jî bikevin meriyetê û ev tişt anî ziman: “Têkoşîna gelê kurd di nava civaka sivîl a Almanya û Ewropayê erênî tê pêşwazîkirin. Gelek binirx dibînin û piştgiriyê jî didin. Di 11’ê gulanê de daxwaznameyek dan Wezareta Karên Hundir a Almanyayê. Dê têkoşîna hiqûqî jî li gorî bersiva wê daxwaznameyê bidome. Em jî bi rêxistinên civaka sivîl re dê derheqê encamên 29 salên qedexeyê konferansekî li dar bixin. Dê civînên pisporan ên bi vî rengî, konferans û semînerên ji bo gel bidomin. Encamek ji têkoşîna heta niha derketiye. Yek ji van, biryara dadgehên Belçîkayê ya di sala 2021’an de ye. Di sala 2010’an de derheqê 41 siyasetmedar û saziyên kurd de operasyon hatibû destpêkirin û pêvajoya hiqûqî di sala 2021’an de temam bû. Şûreya Dewletê ya Belçîkayê biryareke dîrokî da. Dewleta tirk bi rêya parêzerekî beşdar bûbû. Tirkiyeyê hemû belgeyên xwe pêşkeş kirin. Di dadgehê de hemû belgeyên Tirkiyeyê û biryarên dadgehên Ewropayê hatin nirxandin. Ji vî alî ve weke biryara dadgeheke navneteweyî bû. Vê jî nîşan da ku gotina terorê hatiye redkirin.

Di biryarê de hate gotin ku ‘PKK rêxistineke terorê nîne, li Kurdistanê şer heye, PKK jî parçeyek şerê li Kurdistanê ye û nabe ku bi terorîzmê bê tawanbarkirin.’ Doza hemû kesan ket. Cara ewil bû ku dadgeheke ewropî derheqê PKK’ê de gihişt encamekî wiha. Bû îspat ku PKK divê bi têgeha terorîzmê neyê tawanbarkirin. Em dikarin van biryarên erênî zêdetir bikin û nêzikatiya siyasî vala derxînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar