Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Parêzer Tozbey: Dewlet bi radestkirina zarokan a weqfan sûc dike

Seroka Komeleya Pêşî Zarok û Jin Mujde Tozbey, têkildarî radestkirina zarokên bêrefeqat a weqfan wiha got: “Heke zarok bi destê dewletê nehatibine dayîn tê wê wateyê ku ev zarok hatine revandin. Heke bi destê dewletê hatibin dayîn wê demê Wezîr Yanik sûc dike.”

Di her du erdhejên dijwar ên li navçeyên Bazarcix û Elbistanê çêbûn de bi hezaran zarok birîndar bûn, winda bûn û malbatên xwe winda kirin. Piştî dîmenên hin zarokên bêxwedî yên erdhejê di vîlayeke li Beykoza Stenbolê de hatine bicihkirin derketin holê, Komeleya Pêşî Zarok û Jin di 17’ê sibatê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Beykozê ya Stenbolê da û giliyê sûc kir. Dû re derket holê ku avahî aydê Weqfa Alîkariya Mirovî ya ÎHH’ê ye ku bi nêzîkatiya hikûmetê û ji bo alîkariya çekên ji komên paramîlîter ên li Sûriyeyê re kiriye ketiye rojevê tê nasîn.

Seroka Komeleya Pêşî Zarok û Jin Mujde Tozbey li ser fikarên li ser zarokên ku aqûbeta wan ne diyar e û radestî weqfan tên kirin axivî.

Zarokên birîndar radestî biyaniyan tên kirin 

Tozbey, da zanîn ku ji wan re gelek îxbar tên ku zarokên malbatên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane radestî tarikat û cemaetan tên kirin û diyar kir ku zarokên ku ji bin kavilan tên derxistin şûna bi ambûlansan bibin nexweşxaneyê bê birs radestî hin kesan tên kirin. Tozbey, anî ziman ku piştî erdhejê hefteyekê têkildarî van îdiayan gelek delîl û şahid dîtine. Tozbey, daxuyakirin ku yek ji van îxbaran ew bû ku li vîlayên Taxa Çavûşlû ya Beykozê 60 zarok hatine bi cih kirin û got: “Heke zarok bi destê dewletê nehatibin dayîn tê wê wateyê ku ev zarok hatine revandin. Heke bi destê dewletê hatibin dayîn wê demê Wezîr Yanik jî sûc dike. Divê ji ber bêberpirsyariyê kesên berpirsyar bên darizandin.” Tozbey, da zanîn ku ev îdia tenê bi Beykozê ne bi sînor in li navçeyên Kadikoy, Çengelkoy û Tûzlayê jî heman îdia hene.

‘Em ê zarokan ji vê hişmendiya paşverû biparêzin’

Tozbey di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Divê em zarokan ji îstîsmara tarîkatan re vekirî nehêlin. Daxuyaniya Diyanetê bi awayekî zelal hişmendiya paşverû temsîl dike. Em ê tenê nebêjin bila zarokên me bên radestkirin, divê Serokatiya Karên Diyanetê jî bê girtin. Ji ber ku tu sûda wê nagihe gel. Em ê li dijî vê hişmendiya paşverû têkoşîna xwe bidomînin. Em ê îxbarên ji niha şunde jî binirxînin û dema hatin giliyê sûc bikin. Em ê têkoşîna xwe ya ku zarok radestî tarîkat û cemaetan neyên kirin bidomînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar