Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Parêzera Gultan Kişanak: Daraz sûc dike

Hevseroka berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak bi hinceta tevli çalakiyên 6-8’ê cotmehê ya 2014’an bûye di 30’ê cotmeha 2016’an de hat girtin. Tevî pêvajoya girtina 7 salan a azamî tije kiriye jî neyê berdan.  Yek ji parêzerên Gultan Kişanak Muzeyyen Nergîz der barê mijarê de axivî.

Nergîz daxuyakirin ku pêvajoya makul a girtina Gultan Kişanak tije bûye û got: “Ji serî de me got girtina Gultan Kişanak dijhiqûqiye. Me ji serî de got divê Gultan neyê girtin. Gultan hîna girtiye. Ev girtin dijhiqûqiye. Pêvajoya girtina azamî tije bûye. Divê demildest bê berdan. Di 25’ê cotmehê de me serlêdan kir lê tevî 12 roj derbas bû hîna bersivek nehatiye dayîn.”

‘Em ê serî li DMME’ê bidin’

Muzeyyen Nergîz daxuyakirin ji ber bersivek ji bo serlêdanan nehatiye dayîn carek din serlêdan kirine û ev serlêdan jî di 6’ê mijdarê de kirine û wiha got: “Me got divê girtina Gultanê ji nûve bê nirxandin. Lê ne dadgeha destura bingehîn ne jî 22’emîn dadgeha ceza giran a Enqereyê biryarek der barê vê d enedaye. Em encamekê negirin em ê serî li DMME’ê bidin.  Tirkiye li gorî qanûn û dadgehên bilind tevnagere. Berdewamkirina girtina Gultanê dij hiqûqiye. Aliyê vê yê qanûnî tuneye.  Serlêdanên me wê bidomin.”

 ‘Ji bo rayagiştî bang’

Muzeyyen Nergîz destnîşan kir ku girtina Gultan Kişanak êrişek li dijî mafê jinane û wiha dawî lê anî: “Wek jinekê wek hevserokekê wek şaredarekê hat girtin. Ji ber vê têkoşîna ji bo Gultanê ji bo mafê jinane. Em bang li rayagiştî dikin ku bê deng nemînin û her kes di alî xwe de zextan ava bike û ji bo berdana wê têbikoşe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar