Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Parêzera Nagehan: Divê tecrîd her tim di rojevê de be

Rêvebera OHD'ê Nagehan Avçil xwest ku hemû baro li dijî tecrîda Îmraliyê serî li Wezareta Dadê bidin û wiha got: “Heta hûn li dijî tecrîd û êşkenceya li wir îtiraz nekin, ev tecrîd her diçe berfireh dibe.Divê tecrîd her tim di rojeva her kesî de be.”

Rêber Apo nêzî 26 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Îmraliyê tê girtin û ji 25’ê adara 2021’an û vir ve tu agahî nayê girtin.  Bi pêşengiya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) di 22’yê çileya 2023’yan de hezar û 300 parêzeran serî li Wezareta Dadê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hatibû dayîn. Serlêdan bu tu awayî nehatiye bersivandin, lê OHD’ê bang li gelek baroyên bajaran kir ku ji bo rakirina tecrîdê serî li Wezareta Dadê bidin.

Rêvebera Navenda Giştî ya OHD’ê Nagehan Avçil têkildarî tecrîda li Îmraliyê axivî. Parêzer Nagehan Avçil anî ziman ku ji bilî 5 hevdîtinên parêzeran ên di sala 2019’an de 13 sal in tu hevdîtinên parêzeran çênebûne û got ku ev yek “êşkence” ye. Nagehan Avçil destnîşan kir ku “cezayê dîsîplînê” ji bo hevdîtina re ne asteng e û got ku evpêkanîneke derhiqûqî ye.

Parêzer Nagehan Avçil destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê pêkanîneke bêmîsal e û got ku tecrîd ji Îmraliyê li hemû qadan belav bûye û wiha axivî: “Dema hûn li dijî polîtîka û bêhiqûqiya desthilatê îtiraz nekin, ev yek didome. Êşkence û tecrîda li Îmraliyê jî bi heman rengî ye. Heya hûn li dijî tecrîd û êşkenceya li wir îtiraz nekin, ev tecrîd her diçe berfireh dibe.”

Nagehan Avçil bi bîr xist ku CPT di serdana xwe ya dawî ya li Tirkiyeyê de neçûye Îmraliyê û got: “CPT’yê li gelek girtîgehan der barê êşkence, muameleya xerab û binpêkirina mafan de hevdîtin pêk anîn. Lê belê neçû Girtîgeha Îmraliyê ku êşkenceya herî giran lê têkirin. Tu aliyeke vê ya ku bê ravekirin tune ye. Ev li dijî armanc û wezîfeyên CPT’Yê ye. Gava CPT bê Tirkiyeyê divê ewilî serdana Îmraliyê bike. Helbet divê raporên xwe yên der barê vê de jî eşkere bike. Ji lew re raya giştî li hêviya rapora CPT’yê ye.”

Nagehan destnîşan kir ku wê serlêdanên wan ên ji bo rakirina tecrîd bidomin û got ku divê hemû hiqûqnas li dijî tecrîdê tevbigerin û piştgiriyê bidin wan û wiha axivî: “Wê tecrîd di rojeva me de be. Dê xebatên me yên ji bo rakirina wê bidomin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar