Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Parêzeran banga lezgîn li CPT’yê kir!

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyarkirin ku 'Sibe dibe ku dereng be' lewra fikarên li ser jiyan, tenduristî û ewlehiya hiqûqî ya Birêz Ocalan di asta herî jor deye û wiha gotin: “Divê Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) bi lez serdana Îmraliyê bike.”

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş 30 meh in bi tu awayî agahî nayê wergirtin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî bûyerên di navbera 30’ê nîsana 2023 û 31’ê tîrmeha 2023’an de serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) da.

Di serlêdanê de hate bibîrxistin ku ji 25’ê adara 2021’ê û vir ve agahî ji Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş nayê wergirtin.

‘Îmralî di bin tecrîdeke mutleq de ye’

Di serlêdanê de hate ragihandin ku hevdîtina bi parêzeran û malbatê re tê astengkirin û hate gotin: “Mafê xwe yê şandin û wergirtina nameyan jî tê astengkirin. Mafê xwegihandina parêzeran, parastinê û darizandina adîl jî di nav de serlêdêr ji hemû mafên xwe yên bi peymanan parastî ne bêpar têne hiştin, têkiliya wan a bi derve re bi temamî hatiye qutkirin û di bin tecrîdeke mutleq de ne. Bi vê serlêdana ku em li komîteya we dikin, li ser tecrîda mutleq a ji hemû rîskên binpêkirinê, rewşa agahîwernegirtinê încommunîcado, ragirtina li nava şert û mercên binpêkirina qedexeya îşkenceyê û bûyerên têkildarî mijarê rû didin, em agahiyê didin we û daxwazên xwe ji we re radigihînin.”

‘Di nava sê mehan de 37 serlêdan bêbersiv hatin hiştin’

Parêzeran diyar kirin ku rewşa wernegirtina agahiyê ‘încommûnîcado’ bênavber giran dibe û bi bîr xistin ku di navbera 30’ê nîsanê û 31’ê tîrmeha 2023’an de di pêvajoya 3 mehan de li gel 25 serlêdanên parêzeran 12 serlêdanên malbatê bêbersiv hatin hiştin.

Parêzeran bal kişandin ser wê yekê ku nameyeke bi tenê ya serlêdêran jî negihîştiye wan û diyar kirin ku ew aqûbeta nameyên ji Îmraliyê re têne şandin jî nizanin.

‘Bi ‘cezayê dîsîplînê’ hewl tê dayin ku bêhiqûqî bê nixumandin’

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku di nava sê mehan de birîna ‘cezayên dîsîplînê’ dewam kirin û diyar kir ku 30’ê hezîrana 2023’an tevî ku cezayê ‘dîsîplînê’ yê 3 mehan qediya jî serlêdanên di meha tîrmehê de ji aliyê malbatê ve hatin kirin, hatin redkirin.

Parêzeran ragihandin, ku ji bo rakirina astengiya li pêşiya hevdîtina malbatê 10’ê tîrmehê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê hate dayin, li ser vê yekê jî hîn bûn ku ‘cezayê dîsîplînê’ yê nû hatiye birîn.

Di serlêdanê de hate destnîşankirin ku bi ‘cezayê dîsîplînê’ yê nû hewl hate dayin ku bêhiqûqî bê nixumandin.

Parêzeran diyar kirin ku hemû biryarên qedexeya dadgerî û îdarî bêbingeh in.

Parêzeran banga ‘Sibe dibe ku dereng be’ li CPT kirin

Di serlêdanê de hate gotin, “Bi rengekî şênber hatiye destnîşankirin ku astengkirina hevdîtina parêzeran a ji 27’ê tîrmeha 2011’an û vir ve biryareke polîtîk e ku xwe naspêre hiqûqa navneteweyî û hiqûqa hundirîn. (…) Ji ber ku hiqûqî û qanûnî nîne, di dema bicihanîna van biryaran de agahî ji parêzeran re nayê dayin, parêzer li derve têne hiştin û bi rengekî veşartî bi cih tê anîn.”

Di serlêdanê de hate ragihandin ku “fikarên li ser jiyan, tenduristî û ewlehiya hiqûqî” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihîştiye asta herî bilind û hate gotin, hikumeta AKP’ê tespît û pêşniyarên CPT bi cih nîne, bêhiqûqiyê dewam dike û hewl dide ranteke siyasî jê werbigire.

Di serlêdanê de hate destnîşankirin ku komîte divê êdî dest ji helwesta xwe ya bicihanîna prosedurên asayî berde û bi gotina ‘Sibe dibe ku dereng be’ hişyarî hate dayin.

Daxwaza serdana lezgîn

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji CPT xwest ku li derveyî bernameya xwe ya serdanê bi rengekî ‘lezgîn’ serdana Îmraliyê bike û ev daxwaz bilêv kir:

“* Komîteya we li gel aşkerekirina tespît û rapora xwe ya li ser serdana dawî, divê bi rengekî lezgîn serdana Girtîgeha Girava Îmraliyê bike.

* Serdana parêzeran tavilê pêk were, bi rêk û pêk bibe û astengiya bi biryarên dadgehê yên li dijî hiqûqê bêne bidawîkirin.

* Serdana malbatê û wasî bê kirin, bi rêk û pêk bibe û dawî li astengiya bi cezayên dîsîplînê yên li dijî hiqûqê bê anîn.

* Li gel bicihanîna mafê serdanê, serlêder karibin bi malbat û xizmên xwe re mafê telefonê yê rûtîn bi kar bîne.

* Astengiyên li pêşiya mafê name, telgraf û faksê hemû bêne rakirin.

* Kiryarên li dijî hiqûqê yan jî pratîkî yên li hemberî mafê wergirtina rojname, kovar û pirtûkan bi dawî bibe.

* Ji bo rakirina îşkence, kiryarên li dijî mirovahiyê, şert û mercên xerab û rewşa încommunîcado tedbîr bêne wergirtin û xala 10/2 a peymanê bi cih bê anîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar