Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Parêzeran îdayên li ser Semra Guzel derewandin

Di meha adarê de destnedayîna parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel hatibû rakirin. Guzel duh li Stenbolê hat binçavkirin. Guzel birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û duh heta derengiya şevê destûr nehat dayîn ku parêzer wê bibînin.

Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyanî da. OHD diyar kir ku du sê saet hevdîtina wan a li gel Guzel hatiye astengkirin û ew vê nêzîkatî û helwesta kêfî ya emniyetê qebûl nakin. OHD’ê got mafê parastinê nayê astengkirin.

Parêzer bi saetan şûn ve dikaribûn bi Guzel re hevdîtin bikin. Parêzeran diyar kir ku îdiaya “Li Edîrneyê hat binçavkirin” ên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û medya alîgirê îktidarê ku ne rast in. Parêzeran destnîşan kir ku Guzel li tesîsek bêhnevedanê ya li navçeya Sîlîvriya Stenbolê hatiye binçavkirin. Parêzeran anî ziman ku agahiyên ku Guzel perûk daye serê xwe û belav bûye jî ne rast in. Parêzeran got di kêliya binçavkirinê de muameleya xerab nehatiye kirin.

Parêzeran diyar kir ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê Guzel de biryara binçavkirinê daye lê lêpirsîna derbarê wê de li Enqereyê hatiye destpêkirin û hê zelal nebûye ka dê Guzel bibin Enqereyê an na.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar