Li Girtîgeha Îmraliyê, ji bo hevdîtina bi malbatan re qedexeye nû danîn ber Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, derbarê qedexeya ji bo 3 mehan serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dan
Li Girtîgeha Îmraliyê, ji bo hevdîtina bi malbatan re qedexeye nû danîn ber Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim. Bi biryara Desteya Dîsîplînê û Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, xalên di “Qanûna Jimara 5275’an a Derbarê Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê” û “Tahdîtên derbarê hikumxwaran de” ji bo 3 mehan qedexeyek danî ber wan. Gava malbat di 16’ê tebaxê de ji bo hevdîtinê serlêdan pêk anîn û serlêdana wan hat redkirin, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê hay ji vê biryarê çê bûn û ji bo îtirazê xwestin dosye ji wan re bê şandin. Lê belê dadgeriyê got, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema îtirazê derbas bûye û îtiraz ji bo sê girtiyên din jî hatiye redkirin. Dadgeriyê diyar kir ku serlêdana ji bo her sê girtiyên din ku li Dadgeha Cezayê Giran a 1’ê ya Bûrsayê hatiye kirin jî hatiye redkirin û got ku biryar di 9’ê tebaxê de diyar bûye.
Ji ber dosye nedane parêzeran, parêzeran di 4’ê îlonê de ji bo îtirazê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Bûrsayê da. Dadgehê der barê serlêdanê de hêj tiştek negotiye. Lê belê parêzer ji ber dema serlêdanê derbas bûye, di 9’ê Îlonê de ji bo Aktaş, Konar û Yildirim serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan.
‘Li Îmraliyê pergaleke cuda pêk tê’
Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Tûrgût ku ji ajansa MA’yê re axivî diyar kir ku li Îmraliyê hiqûqek cuda pêk tê. Tûrgût li ser pergala hiqûqa Îmraliyê ev tişt anî ziman: “Ji bilî muwekîlê me Veysî Aktaş, muwekîlên me yên din birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim cezayê muebeta giran xwarine. Aktaş jî muebet xwariye. Ên cezayê muebeta giran li wan hatibe birîn mafê wan ê du hefteyan carekê hevdîtina girtî pêk bînin û ê Aktaş jî heftê carekê ye. Her wiha mehê carekê jî mafê wan ê hevdîtina vekirî heye.” Tûrgût bilêv kir ku lê belê li Girtîgeha Îmraliyê pergaleke cuda pêk tê û got: “Mînak, gava malbatek biçe girtîgehê qeyda nifûsê berpêş bike hevdîtin pêk tê. Lê mixabin li Girtîgeha Îmraliyê ev yek girêdayî destûrê ye. Loma malbat her hefte bi awayekî rêk û pêk serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin.”
Tûrgût, bal kişand ser mafên din ên muwekîlên xwe û wiha got: “Birêz Ocalan ji sala 1999’an ve nikare mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. Her wiha Aktaş, Yildirim û Konar jî ji roja ku çûne Girtîgeha Îmraliyê nikarin parêzerên xwe bibînin. Kesên cezayê muebeta giran li wan hatibe birîn mafê wan e ku du hefteyan carekê 10 deqeyan bi telefonê bi malbatên xwe re biaxifin. Lê belê li Îmraliyê ev yek hatiye binpêkirin.”
‘Bêhiqûqî ye’
Tûrgût destnîşan kir ku piştî Ocalan, Konar û Aktaş di 15’ê Adara 2015’an û Yildirim jî di 15’ê Tîrmeha 2015’an de sewqî Îmraliyê hatine kirin û wiha got: “Ji adara 2015’an heta 20’ê tîrmeha 2016’an bi hinceta ‘keştî xerabeye’, ‘rewşa hewayê nebaş e’ hevdîtin dihatin astengkirin. Lê piştî Rewşa Awarte hat îlankirin, hicnet jî guherîn. Di 21’ê tîrmeha 2016’an de Rewşa Awarte wekî hicnet hat nîşandan û hevdîtin hat astengkirin. Berî biryarnameyên Rewşa Awarte bên derxistin, mafê pêwendîdanînê, mafê hevdîtina bi parêzeran hatin binpêkirin. Di 2’yê adara 2018’an de jî qanûna jimara 5275’an wekî hincet hat nîaşndan û 6 meh qedexe danîn ber wan. Piştî ev biryar bi qediya dîsa hincetên wekî ‘keştî xerabeye’ û ‘hewa nebaş e’ nîşan dan. Di serlêdana 10’ê îlona 2018’an de gotin ‘keştî xerabeye’. Serlêdana piştî vê di 17’ê îlona 2018’an de hat kirin. Ji bo serlêdanên piştî vê hemûyan hinceta cezayên dîsîplînê nîşan dan.”
Tûrgût anî ziman ku naveroka biryarên tên girtin jî bi wan re nayên parvekirin û wiha got: “Gava em dixwazin hay ji naveroka biryaran çê bibin, tim hincetên ewlehîparêziyê didin ber me. Dosyeya ji me direvînin. Ji bo vê me gilî kir. Mixabin bêyî em naveroka wê bibînin me îtiraz kir. Taliyê Dadgeha Cezayê Giran ji bo îtiraza me got biryar rast e. Yanî em tenê dikarin hay ji hejmara desteya dîsîplînê çê bibin. Lê gava em doza biryara desteya dîsplînê dikin, bersiveke neyînî didin û ji bo gelek serlêdanan em mecbûr dimînin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin.”
Serî li AYM’ê dan
Tûrgût diyar kir ku malbat ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re pêk bînin di 16’ê tebaxê de dîsa serlêdan pêk anîne û ev tişt anî ziman: “Gotine, ji ber hikmên qanûna înfaz û dîsîplînê ye. Serlêdana malbatan hat redkirin. Behsa qedexeyeke ji bo sê mehan dikin. Ji bo vê me pêşî serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê da. Em naveroka wê nizanin lê me îtiraz li biryara desteya dîsîplînê kir. Her wiha me xwest nusxeyeke dosyeyê bidin me. Dadgeriya Înfazê got, ji bo Ocalan dem derbas bûye û dosye bi dawî bûye. Ji ber dem derbas bûye em nikarin ji bo muwekîlê xwe Ocalan serî li AYM’ê bidin. Lê ji bo muwekîlên din me serî li AYM’ê da.” STENBOL