Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Parêzerê Leyla Guven: Biryar sosretiya hiqûqê ye

Parêzerê Leyla Guven, Serdar Çelebî diyar kir ku miwekîla wan Guven bi biryarek sosret a hiqûqî hatiye girtin

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji ber wezîfeya hevserokatiyê bi îdiaya “endama rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” 22 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Piştî cezayê hat birîn Guven hat girtin ewil birin Girtîgeha Amedê û ji wir jî sewqî Girtîgeha Xarpêtê hat kirin. Parêzerê Guven, Serdar Çelebî biryara cezakirinê û girtinê nirxand.

Çelebî da zanîn ku cezayê li miwekîla wî birîne di asta jor de ceza hatiye dayîn û ji bo girtina Guven jî hinceta ‘gumana revê’ hatiye nîşandan.

Çelebî anî ziman ku girtina Guven li dijî rêbaza Qanûna Cezayê Muhakemeyan (CMK) ye û wiha got: “Dadgeh bêyî ku rêbazên girêdayî wan e li ber çavan bigire, cezayek wiha da. Di tu CMK’ê de heta ku bersûc neyê guhdarkirin nikare biryarek wiha were dayîn. Ev hikuma hat dayîn a fermanê ye. Bi paşpenî (giyabî) nabe ku kesek were girtin. Di CMK’a berê de jî girtina paşpenî hebû. Bi biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) daye re di sala 2005’an de hatiye rakirin. Lê belê ev yek li ber çavan nehatin girtin û derbarê birêz Guven de biryara girtina paşpenî hat dayîn. Bêyî li wê were guhdarkirin biryar hat dayîn. Ji bo vê yekê jî ev girtinek ne yasayî ye. Ev girtinek ku heta niha di hiqûqê de nehatiye dîtin. A rast niha sûcek tê kirin. Ev girtin di warê hiqûqî de sosretiyek mezin e. Birêz Guven niha ne bi biryarek yasayî lê bi biryarek girtinê di zindanê de ye. Ev di warê rê û rebaza yasayî û hiqûqî de tengezarî ye.”

KCD ji bo çêkirina Destûra Bingehîn hatiye vexwendin

Çelebî da zanîn ku Guven ji ber axaftin ango daxuyanî û faliyeta hevserokatiya KCD’ê hatiye girtin û ev jî karê siyasetmedar e divê biaxive û daxuyanî bide û got ku daxuyaniyên Guven xwedî naverokên ku pirsgirêka kurd bi rêyên çareseriyê were çareserkirin e.

Di axaftina xwe de Çelebî diyar kir ku KCD kongreyek li ber çavê her kesî di sala 2007’an de hatiye avakirin û haya dewletê jî ji vê kongreyê heye û da zanîn ku KCD di nava pergala demorkatîk de kar û xebata xwe birêve dibe û KCD di sala 2012’yan de ji bo çêkirina Destûrek Bingehîn hatiye vexwendin û raporek pêşkêşî çêkirina Destûra Bingehîn kiriye.

KCD saziyek legal e

Çelebî destnîşan kir ku di biryara DMME’yê ya ji bo berdana Selahattîn Demîrtaş daye de gotiye ‘KCD saziyek legal e û xebatên KCD’ê nabe sûcdariya endamtiya rêxistinê’ û wiha domand: “Leyla Guven bi tu awayî neketiye nav faliyetek dij qanûnî. Têkildarî vê jî di dosyeyê de tu îdiayek nîne. Bi vî awayî bi biryara DMME’yê ya dawî re pêwîst e KCD di çarçoveya azadiya rêxistinê de were nirxandin.”

Rêbazên taybet tên sepandin

Di berdewamê de Çelebî anî ziman ku derbarê beraeta Guven de tu gumanên wan nîn in ku Dadgeha Bilind û Dadgeha Destûra Bingehîn biryar nede û wiha pêde çû: “Em dizanin ku wê ji vê xeletiyê paş ve gav biavêjin. Lê di vê qonaxê de biryara girtinê gelek balkêş e û merivan li serê dide fikirandin. Ya herî grîng jî ew e ku piştî girtinê di nava du sê saetan de sewqî girtîgehek din dikin. Ev yek me dixe nava gumanan. Lewma em dibêjin li dijî kesan rêbazên taybet tê sepandin.”

Her wiha Çelebî anî ziman ku li Tirkiyeyê daraz bi refleksa parastina dewletê tevger diğere û biryarên daraza Tirkiyeyê her tim bûye cihê nîqaşê û rêgezên darizandina adilane tên binpêkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke biryarên DMME’yê dide li ber çavan bihatana girtin dê niha Leyla Guven nehata girtin. A girîng jî temen û tenduristiya Leyla Guven e. Pirsgirêkên cidî yên tenduristiya wê hene. Em ji bo vê yekê bi endîşe ne. A rast ev hemû problemên darazê ne.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar