Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Parêzerê lîderê FHKC’ê Leyla Guven ziyaret kir

Parêzerê lîderê FHKC’ê Mahmod Hassan, Leyla Guven ziyaret kir. Piştî serdanê, Hassan daxuyanî da û wiha got: “Leyla Guven jineke pir bi hêz e. Li tu devereke cîhanê qanûn û tecrîdeke wiha nîne. Dê çalakî bi ser keve û tecrîda li ser Ocalan dê bi dawî bibe.”

Ji bo piştgiriya bi berxwedana greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan dest pê kir, parêzerê lîderê Eniya Rizgariya Gel a Filistînê (FHKC) Ahmet Saadet, Mahmod Hassan hate Amedê û Guven li mala wê ziyaret kir. Hassan di dema hevdîtinê de bi Guven re sihbet kir. Pişt re jî li ber mala Guven daxuyanî da çapemeniyê.

Mahmod Hassan di serî de Leyla Guven weke ‘jineke pir bi hêz û xurt’ pênase kir û wiha domand: “Leyla Guven ji bo pêkanîna aştiyê têdikoşe. Armanca sereke ya Guven rakirina tecrîda li ser Ocalan e. Tecrîd cezayê herî xerab e. Polîtîkaya tecrîdeke wiha ya girankirî û dirêj divê nebe. Li tu devereke cîhanê û di tu qanûnan de cezayeke wiha nîne.”

‘Tecrîd dê bê şikandin’

Di berdewamê de jî Hassan got ku ew bi bawerin dê çalakiya greva birçîbûnê ya Guven bi serkeftinê bi encam bibe û wiha pê de çû: “Dê ev çalakî bigihije armanca xwe û tecrîd dê bi dawî bibe. Pêvajoyeke bi heman rengî ya bi serê gelê kurd de diqewime, li Filistînê jî heye. Li wir jî dadgehên leşkerî yên Îsraîlê hene. Filistîniyan digirin û tecrîd dikin.”

Greva birçîbûnê ya filistîniyan

Di dawiya axaftina xwe de jî parêzer Mahmod Hassan ev tişt anî ziman: “Bi taybet jî malbatên Gazzeyê nikarin zarokên xwe yên di girtîgehên Îsraîlê de bibînin. Di demên dawî de aktîvîstên filistînî jî dest bi greva birçîbûnê kirin. Rayedarên israîlî destûra hevdîtina bi malbatên girtiyan re û mafê bikaranîna telefonê nadin. Soz dane ku dê van daxwazan pêk bînin. Em ê bibînin bê ka dê soza xwe pêk bînin an na.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar