Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Parêzerê Ocalan Bilmez: Serlêdanên me bê bersîv dimînin

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez, têkildarî daxuyaniya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, diyar kir ku wan ji 2’yê gulanê û şûnde serlêdan kirine lê heta niha der barê serlêdanên wan de ne erênî û ne jî neyîni tu bersîv ji wan re nehatiye. Bilmez da zanîn ku serlêdanên wan bê bersîv tên hiştin û wiha got: “Ji ber bersîv nedane serlêdanên me heta îro serlêdanên me bi awayekî zimmî hatine redkirin.”

Piştî Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul daxuyanî da û diyar kir ku qedexeya hevdîtinê ya li ser parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûye; ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrınê û parêzerê Ocalan Îbrahim Bîlmez, têkildarî daxuyaniya Gul û ziyareta Hevdîtina CPT ya di 7’ê gulanê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.  Îbrahim Bilmez diyar kir ku piştî hevdîtina 2’e gulanê dîsa serî li dozgeriyê dan û daxwaza hevdîtinê kirin lê heta niha bersîv nedane wan û wiha got: “Heta niha, der barê hevdîtinên piştî 2’ê gulanê de ne erênî û ne jî neyînî tu bersîv nedane me. Ji ber bersîv nedane serlêdanên me, heta niha daxwazên me bi awayekî zimmî hatiye redkirin.”

Bilmez da zanîn ku piştî 2’ê gulanê ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirine lê heta niha daxazên wan nehatine bersivandin û bi awayekî zimmî hatiye redkirin.

Gavek pir dereng mayî ye

Bilmez der barê ziyareta CPT ya li Îmraliyê jî wiha got: “Di şertên asayî de ziyareta CPT ya di sala 2019’an de Tirkiye ziyaret bike tune bû. Lê wiha xuya dike ku çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê zor li wan kiriye ku hevdîtin bikin. Ev hevdîtina CPT’ê hevdîtinek pir derengmayî ye. Lê gavek dereng mabe jî em erênî dinirxînin. Pêkan e ku CPT bi muwekile me Birêz Abdullah Ocalan re hevditin kiribe. Lê ji bo em der barê çavderiyên wan de hin tiştan fêr bibin divê rapora çavdêriyê parve bikin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar