Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Parêzerên ÇHD’ê çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê

Navenda Nûçeyan |

Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) bi wesîleya 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran li ser hesaba xwe ya medyaya civakî daxuyanî da. ÇHD’ê diyar kir ku ji 4 parêzerên girtî yên ku ketibûn greva birçîbûnê 2’yan jê çalakiya greva birçîbûnê veguherandî ye rojiya mirinê.

Cîgirê Serokê Giştî yê ÇHD’ê Umît Buyukdag têkildarî mijarê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de nûner û endamên Buroya Hiqûqê ya Gel, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, (TÎHV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Hiqûqnasên Ji Bo Edaletê, Nobeta Edaletê, Înîsiyatîfa Parêzeran, Sendîkaya Parêzeran, Koma Parêzeran a Hemdem, Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasiyê, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê, HDP û CHP amade bûn.

Buyukdag diyar kir ku dema wan ev daxuyanî dinivîsî, li tevahiya cîhanê ji ber vîrûsa koronayê 54 hezar û 226 mirovan jiyana xwe ji dest dan û wiha domand: “Dîsa hunermend û endama Koma Grup Yorumê Helîn Bolek nefesa xwe ya dawî da. Em kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane, wekî mirinek xwezayî nabînin. Em wekî komkujiya girseyî ya kapîtalîzma har dibînin. Mirina Hêlîn jî parçeyeke vê yekê ye. Ev pergal her roj me bi şiklekî qetil dike. Em wekî parêzerê ÇHD’’ê ji roja em hatine sazkirin heta niha li gel karker, kedkar û gel cihê xwe digirin. Li dijî zordaran disekinin û têdikoşin.”

‘5’ê Nîsan roja têkoşînê ye’

Daxuyanî wiha dom kir: “Îro 5’ê nîsanê li Tirkiyeyê Roja Parêzeran e. Lê Hiqûq nîne. Daraz bûye parodiye. Îro 8 hempîşeyên me û serokê komeleya me jî di navde girtî ne. Ji wan 4 jê heta niha di greva birçîbûnê de bûn. Em ji tenduristiya wan bifikar in. Ji van hevalên me yên parêzer, Ebrû Timtik û Aytaç Unsal çalakiya xwe veguherandin rojiya mirinê. Em tu pîrozbahiyan qebûl nakin. 5’ê nîsanê roja têkoşînê ye. Em bang dikin ku li pêş mirinê bibin asteng. Em li daxwazên wan ên edaletê xwedi derkevin. “

HDP piştgirîda daxwazên ÇHD’ê

Der barê mijarê de alîkarê Hevserokatiya Giştî ya Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Umît Dede jî daxuyaniyek da û wiha got: “Serokê Giştî yê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli jî di nav de 20 parêzerên ÇHD’ê bi adilane nehatine darizandin. Ji bo ku bi adilane bên darizandin û mafê wan ê parastinê hebe, parêzer Ebrû Tîmtîk ku ev 94 roj û parêzer Aytaç Unsal ku 60 roj in di greva birçîbûnê de ne, dest bi rojiya mirinê kirin. Em diyar dikin ku daxwazên endamên ÇHD’ê daxwazên me jî ne û em ê van daxwazan bişopînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar