Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Parêzerên hatin berdan: Bêhiqûqiya herî mezin li Îmraliyê tê meşandin

Parêzerên hatin berdan diyar kirin ku operasyona binçavkirinê ya navenda wê Amedê operasyoneke siyasî ye û wiha gotin: “Em ê ji bo têkçûna desthilatê ewlehiya sindoqan biparêzin. Tecrîd mezintirîn bêhiqûqtiya li Tirkiyeyê ye”  

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 25’ê nîsanê de bi awayeke hemwext li 21 bajaran bi ser gelek malan de hate girtin û 145 rojnameger, parêzer, siyasetmedar, hunermend û nûnerên rêxistinên civaka sivîl hatin binçavkirin. Ji van binçavkiriyan 51 jê hatin girtin û 94 jî hatin berdan. Hat zanîn ku lêgerîna 71 kesan jî heye.

Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yê berê Bunyamîn Şeker û endamê komîsyona Girtîgehan a OHD’ê Firat Taşkin jî hatibûn binçavkirin. Şeker û Taşkin operasyona hatiye kirin weke “operasyona siyasî” nirxandin.

Mafê rêxistinên civaka sivîl û xwebirêxistinkirinê weke sûc hatin hesibandin

Şeker, da zanîn ku lêpirsîn di çarçoveya îfadeyên şahidê aşkere yê bi navê Umît Akbiyik hatiye desptêkirin û wiha got: “Mirov nikare vê operasyonê di çarçoveya hiqûqê de binirxîne. Pirsên weke ‘Hûn çima di nava OHD’ê de xebatan dikin?’, ‘ Kê ferman da we ku hûn bibin endamên OHD’ê?’ û ‘Kê fermana avakirina OHD’ê da we?’ kirin. Mafê rêxistinên civaka sivîl û xwebirêxistinkirinê weke sûc hatin hesibandin. Xwedîderketina raya giştî û hempîşeyên me nîşan dan bê ka xebatên me ji bo çi xizmetê dikin û nayên krîmînalîzekirin. Bi awayekî derhiqûqî li OHD’ê lêgerîn kirin. Têkildarî saziyê biryareke lêgerînê tune bû lê dozgeriyê li saziyê lêgerîn da kirin. Raporên me yên serlêdanên îşkenceyê hatin desteserkirin. Her wiha name û serlêdanên ji girtîgehan hatin desteserkirin. Xwestin van weke delîl nîşan bidin. Xwestin tirsekî di nava civakê de ava bikin û bêzar bikin. Em ê bi tu awayî rê nedin vê tirsê. Ji bo têkbirina desthilatê ku bi qasî misqalê jî hiqûq li welêt nehiştiye ewlehiya sindoqan biparêzin.”

Ji ber nelirêtiyên desthilatê Çapemeniya azad bû hedef

Bi domdarî Şeker got ku çapemeniya alîgir bêhiqûqiyên li Tirkiyeyê nîşan nade û wiha pê de çû: “Êdî bûne amûra propagandaya desthilatê. Bêguman di vê rewşê de Çapemeniya Azad ku rastiyê vedibêje dê bibe hedef. Ji ber xebatên rojnamegeriyê, ji ber ku derhiqûqtî û nelirêtiyên desthilatê vedibêjin, Çapemeniya Azad bû hedef. Tu komên medyayê û patronên medyayê destûrê nadin xebatkarên wan van tiştan bikin. Tevek jî bûne parçeyeke wê çerxê. Lê Çapemeniya Azad, çapemeniya kurd bi tu awayî di nava wê çerxê de cih negirtin û hemû rastî di her carê de nîşan dan. Tevî zextan jî dev ji ragihandina heqîqetê bernedan. Tevî ewqas zextan jî xebatên xwe didomîne. Di esasê xwe de ya ku divê were kirin jî ev e. Heke her kesî, hemû sazî, dezgeh û partiyên siyasî seknekî wiha zelal nîşan dabûyan dê têkçûna desthilatê û guherîna pergalê jî hêsantir bûbûya.”

‘Bêhiqûqiya herî mezin li Îmraliyê tê meşandin’

Parêzer Firat Taşkin jî anî ziman ku bi vê operasyonê hat xwestin ku xebatên pîşeyî bên krîmînalîzekirin û wiha derbirî: “OHD li dijî binpêkirinên roj bi roj li girtîgehan zêde dibin, li dijî sepanên îşkence, bêhiqûqî û polîtîkaya necezakirinê têdikoşe. Mîna operasyona navenda wê Amedê, li dijî derhiqûqtiyên li welêt xebatan dike. Tecrîd jî bêhiqûqiya herî mezin e. Dozger, daxuyaniyên me  yên têkildarî sepanên tecrîdê yên li ser birêz Abdullah Ocalan ji me pirsî. Me got ku ev tecrîd mezintirîn bêhiqûqtiya li Tirkiyeyê ye. Xebatên me yên têkildarî girtîgehan jî weke sûc hatin nîşandan. Me tu carî ji ragihandina ewqas bêhiqûqtî û sepanên ku rûmeta mirovan binpê dikin xwe paşve neda. Me tevek jî kirin rapor. Me ji bo her serlêdanê li dozgeriyê serlêdana sûc kir. Her wiha me raporên xwe bi raya giştî re parve kirin. Serlêdanên me yên sûc heta niha her tim bi biryarên neşopandinê û bi necezakirinê biencam bûn. Di serdegirtina komeleyê de dest danîne ser serlêdan û raporên me û weke materyalên ‘rêxistinî’ hatine nîşandan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar