Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin cara 797’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Cengîz Çîçek, Cengîz Yureklî, Nevroz Ûysal û Faîk Ozgur bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin cara 797’emîn serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê dan.
Parêzerên Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve serlêdan dikin lê serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên “Muxalefeta hewayê heye”, “Koster xirabe ye,” “Koster di tamîrê de ye” “OHAL heye” û “Xala 5275’an a der barê tedbîrên ewlehiyê” hatin redkirin. STENBOL