PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Parêzerên Ocalan daxuyanî dan

Buroya Hiqûqê ya Asrinê, piştî daxuyaniya Wezaretê Dadê Abdulhamît Gul ya der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, daxuyaniyek parve kirin

Buroya Hiqûqê ya Asrinê, der barê daxuyaniya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ku gotibû qedexeya hevdîtinê ya bi Ocalan re bi dawî bûye, bi awayekî nivîskî daxuyaniyek parve kir.

Daxuaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê ev e: “Wezareta Dadê, diyar kiriye ku qedexeya bi muwekîlê me birêz Ocalan re bi dawî bûye û derfetên bi hevdîtina bi birêz Ocalan re hatine pêkanîn. Me ji raya giştî re ragihandibû ku me di 2’yê gulanê de bi muwekîlê xwe re hevdîtin kiriye. Me diyar kiribû ku li ser îtîraza me ya der barê vê biryara qedexeya hevdîtinê de, qedexe ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a Burasayê ve hatiye rakirin. Tevî vê, ligel ku piştî 2’yê gulana 2019’an her roj me serlêdana hevdîtinê kiriye jî hêj hevdîtinek pêk nehatiye. Hevdîtina bi birêz Ocalan re bi hinceta ku di 22’ê nîsana 2019’an de cezayê dîsîplînê girtiye tê astengkirin.”

CPT’yê serdana Îmraliyê kiriye

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt tên gotin: “Li ser gotinên daxuyaniya Wezareta Edaletê, biryara qedexeyê ya li dijî hiqûqê dema hate rakirin, didin diyarkirin ku serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi awayekî peryodîk dom dike. Mafên hiqûqî yên birêz Ocalan ên hevdîtina li gel parêzer, malbat dîsa peywendiyên bi rêya telefon, name û amûrên din bi awayekî giştî neçariyeke hiqûqê ye. Li ser vê bingehê di warê mekanîzmaya edalet-darazê de daxuyaniya ji aliyê Wezareta Dadê ya yek ji saziyên herî xwedî raye ye, weke îfadeyeke ku pêwîst û li gorî hiqûqê ye dibînin û hemû sazî û rêveberiyên berpirs vedixwînin pêkanîna hiqûqê. Hate ragihandin ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ji Nîsana 2016’an û vir ve cara yekê ye serdana Îmraliyê dike. Tê payîn ku pêşniyar û tespîtên CPT’ê li Îmraliyê pêk anî bi raporekê parve bike, em ê şopdarê mijarê bin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar