Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...
Salı - 26 Kasım 2024

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Parêzerên Ocalan: Divê li Îmraliyê tevdîrên pêwîst bên girtin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê dikin, ji ber şewba vîrûsa koronayê ku li tevahiya dinyayê û Tirkiyeyê belav bûye, di 20’ê adarê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê, Dadgeriya Înfazê ya Bursayê û Wezareta Edaletê dan û têkildarî muwekîlên xwe hin daxwaz kirin.

Parêzeran di serlêdanan de li ser rewşa tenduristiyê ya heyî ya muwekîlên xwe daxwaza agahiyan kirin û xwestin mafên axaftina bi telefonê û pêwendiyan bên bicihanîn.

Serlêdanên ku parêzeran kirine wiha ne:

1- Weke ku tê zanîn piştî daxuyaniya 11’ê adara 2020’an a wezareta tenduristiyê, ji raya giştî re hate ragihandin ku şewba Covîd-19/vîrûsa koronayê li Tirkiyeyê jî belav bûye. Ji hingî ve hejmara nexweşan û qurbaniyan zêde dibe.

2- Li hemberî metirsiya nexweşiya şewbê, wezareta edaletê ragihand ku li girtîgehan hin tevdîr hatine girtin, ji bo girtîgehan malzemeyên pîvandina germahiya laşê mirovan, dezenfektan û paqijiyê hatine peydakirin. Tevî vê yekê jî hate ragihandin ku li girtîgehan amûra testê ya tespîtkirina nexweşiyê nîne. Lê belê girtiyên ku gumana nexweşiyê jê tê kirin wê sewqî nexweşxaneyê bên kirin.

3- Di nava van şert û mercan de pêwîstiyeke mecbûrî ye ku em têkildarî muwekîlên xwe yên ku ev demekê dirêje li girtîgeha Îmraliyê ne, agahiyan werbigirin û tevdîrên li wir hatine girtin jê haydar bibin.

4- Li gorî agahiyên gihiştine ber destê me, personelên tenduristiyê yên li girtîgehê dest li pirsgirêkên tenduristiyê yên muwekîlên me wer didin. Tevî vê yekê muwekîlê me birêz Ocalan ji sala 1999’an ve ji bo tedawiyê dernexistine derveyî girava Îmraliyê û nebirine saziyeke tenduristiyê. Ev rewş ji sala 2015’an ve ji bo muwekîlên me yên din jî derbasdar e.

5- Ji 7’ê tebaxa 2019’an ve hevdîtina parêzeran nehatiye kirin. Ji wê rojê ve haya me ji rewşa tenduristiyê ya muwekîlên me nîne. Herî dawî me agahî piştî hevdîtina malbatê ya di 3’yê adara 2020’an de wergirtin.”

Di daxuyaniyê de daxwaza wergirtina van tevdîran hate kirin:

*Li Girtîgeha Îmraliyê bêyî li benda gumana nexweşiyê bisekinin, kontrola tenduristiyê ya muwekîlên me divê bê kirin û bi taybetî amûra testê ya Covîd-19’ê bê peydakirin. Testên wan divê bi rêk û pêk bên kirin û têkildarî encamên wê jî em bên agahdarkirin.

* Madeyên paqijiyê, hîjyenê, her wiha lepikên tibî, maskeyên tibî, destmalên antîseptîk û antîbakteriyal, av û kolonya ji muwekîlên me re divê bên dayin ku heqê wê em ê bidin.

* Rewşa tenduristiyê ya personelên hundir û derve yên girtîgehê ku dikarin xwe bigihînin muwekîlên me, divê her tim bê kontrolkirin û testa Covîd-19’ê li wan bê kirin.

* Personelên Girtîgeha Îmraliyê piştî xwe gihandin giravê, ji bo tevdîrê divê di kontrolê re bên derbaskirin.

* Şert û mercên odeyên muwekîlên me ji ber gefa nexweşiyê divê bên sererastkirin da ku bikarin ji bo hewayê bên vekirin.

* Ji bo personel û wezîfedarên ku gumana nexweşiyê pê re heye nekarin biçin giravê, divê tevdîr bên girtin.

* Divê der barê tevdîrên hatine girtin de em bên agahdarkirin.”

Buroyê xwest ku mafê axaftinê yê bi telefonê û pêwendinên cuda yên bi muwekîlên wan Abdullah Ocalan,  Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş re neyên astengkirin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar