Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Perşembe - 29 Ağustos 2024

Parêzerên Ocalan: Divê tavilê hevdîtin bi Ocalan re bê kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin bi lezgînî muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Newroz Ûysal, têkildarî îdîayên li medyaya dîjîtal li ser jiyana muwekîlê wan hatin weşandin, duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, lê hîn jî bersiv ji wan re nehatiye dayîn. Parêzeran îro careke din serî li dozgeriyê dan û xwestin bi lezgînî muwekîlê xwe bibînin.

Di serlêdanê de hate bibîrxistin ku piştî 3’ê Adara 2020’î pêwendiya herî dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate danîn di 27’ê Nîsana 2020’î de bi rêya telefonê bû ku bi birayê xwe re axivî. Parêzeran diyar kirin ku ji hingî ve serlêdanên wan ên ji bo hevdîtinê hemû hatine redkirin û wiha gotin: “Serlêdanên me hemû bi rengekî li dijî hiqûqê ya hatin redkirin ya jî bêbersiv hatin hiştin.”

‘Fikarên cidî hene divê tavilê hevdîtin bê kirin’

Di serlêdanê de hate ragihandin ku di nava şert û mercên şewbê de jî ku gefê li jiyana mirovan dixwe, bi kêmanî destûr ji bo pêwendiyê nehatiye dayîn û ev tişt hat gotin: “Şert û mercên giravê, tecrîda hovane û şert û mercên girtîmayîna demdirêj a muwekîlê me, binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye. Tevî ku di raporên CPT’ê de têkildarî vê yekê tespît û pêşniyarên ji bo sererastkirinê hatine kirin jî gaveke erênî nehatiye avêtin.”

Di serlêdanê de li ser parvekirinên medyaya dîjîtal ên têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha hat gotin:

“Herî dawî di 14’ê Adara 2021’ê de li ser hin malperê nûçeyan ên înternetê û hesabên medyaya dîjîtal, têkildarî yekparetiya bedenê û jiyana muwekîlê me, hin îdîayên cidî hatin kirin. Bêguman sedema weşandina nûçeyên bi vî rengî şert û mercên tecrîdê ye. Lê belê ev îdîaya herî dawî em û malbat xistiye nava fikarên cidî û mezin. Lewma em dixwazin yekser û tavilê hevdîtinê bikin. Ji ber vê yekê em li bendê ne ku derfetên hevdîtina malbatê û parêzeran a bi muwekîlê me re bê afirandin û ev daxwaza me ya serdanê bê qebûlkirin.”

Parêzeran her wiha ji bo dîtina girtiyên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim jî serlêdan kirin ku tavilê hevdîtinê bikin. STENBOL 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar