Parêzerên Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, cara 794’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Nevroz Uysal û Cengîz Yureklî ji bo dîtina muwekîlê xwe cara 794’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzer ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve serî li rayedaran didin lê heta niha bi hincetên cuda û yên vala serlêdana parêzera ya ji bo dîtina Ocalan tê redkirin. STENBOL