Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re serî li ser Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Îbrahîm Bîlmez, Raziye Turgut û Serbay Koklu ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe li Girtîgeha Tîpa F ya Bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ji 27’ê tîrmeha sala 2011’an heta 2’yê gulana îsal, 810 serlêdanên parêzerên Ocalan a ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re red kirin. Serdozgeriyê hincetên weke ‘rewşa hewayî nebaş e’, ‘koster xerabe ye’, ‘koster tê çêkirin’ , ‘OHAL’ û hwd. serlêdanan parêzeran red kirin.
Di 2’yê gulanê de jî serdozgeriyê piştî 8 salan serlêdana parêzeran qebûl kir. Di vê çarçoveyê de parêzer Nevroz Uysal û Rezan Sarica bi Ocalan re hevdîtin kir. Lê piştî 2’yê gulanê dîsa serlêdanên parêzeran bê bersîv tên hiştin. Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê di 17’ê nîsanê de biryara qedexeya li ser parêzeran rakir. Wezîrê dadê Abdulhamît Guljî di 16’ê gulanê de daxuyanî dabû û gotibû ku biryara astengkirina parêzaran hatiye rakirin. STENBOL