Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Newroz Uysal, Faîk Ozgur Erol, Mazlum Dînç û Cengîz Yureklî bi daxwaza hevdîtina bi muwekîlê xwe re, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji parêzerên Ocalan, Newroz Uysal û Rêzan Sarica herî dawî di 7’ê tebaxa sala 2019’an de bi muwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn. Ji wê rojê heta niha parêzeran ji bo hevdîtinê 83 caran serlêdan kirin lê belê serdozgeriyê heta niha jî tu bersiv nedane parêzeran. STENBOL