Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo biçin li Girtîgeha Tîpa F ya Bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin, serî li serdozgeriyê dan. Ji parêzerên Ocalan, Newroz Uysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç bi boneya bi Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Parêzerên Ocalan Nevroz Uysal û Rezan Sarica 8 sal şûnde di 2’yê gulan, 22’yê gulan, 12’ê hezîran, 18’ê hezîran û herî dawî jî di 7’ê tebaxê de çûbûn Îmraliyê.
Ji hevdîtina 7’ê tebaxê heta niha serlêdan hemû bêbersîv mane. STENBOL