Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku bi muvekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Newroz Ûysal, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo ku sibê biçin Îmraliyê, bi muvekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan, di 2 û 22’ê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxê de bi muvekîlê xwe re hevdîtin pêk anîbûn. STENBOL