Navenda Nûçeyan |
Ji 25’ê adara 2021’ê û vir ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayê girtin. Serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî bêbersiv tên hiştin.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 24’ê kanûna 2021’ê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da û wiha got: “Ji bo dawî li zirarên ji ber binpêkirina xala 17’an a destûra bingehîn (qedexeya êşkenceyê) bê anîn, ji bo malbat û parêzer karibin hevdîtinê bikin li gorî xala 73’an a rêziknameya navxweyî biryara tedbîrê bê wergirtin.”
Parêzeran di 24’ê kanûnê de her wiha giliyê dozger û dadgerên pêwendîdar li Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) kir bi hinceta ku li dijî qanûnê wezîfeya xwe bi nebaşî bi kar tînin û li pêşiya bikaranîna maf dibin asteng.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, parêzeran serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan û bûyerên li Îmraliyê diqewimin weke ‘îşkence û kiryara xerab’ pênase kirin.
Parêzeran ev daxwaz ji CPT kirin:
* Komîteya we bi lezgînî biçe serdana Girava Îmraliyê
* Serdana parêzeran tavilê bê kirin û herdemî be
* Serdana malbatê û wasî bi rêk û pêk werin kirin û cezayên dîsîplînê yên li dijî hiqûqê ne bên rawestandin
* Li gel bicihanîna mafên serdanê her wiha mafê axaftina bi telefonê jî bi rêk û pêk were kirin
* Astengiyên li pêşiya şandin û wergirtina name û faksan bên rakirin
* Kiryarên nehiqûqî yên têkildarî rojname, kovar û pirtûkan bên bidawîkirin
* Ji bo pêşîgirtina li îşkence, kiryarên li dijî mirovahiyê û kiryarên nebaş, tedbîr bên wergirtin û bicihanîn