Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, qedexeya hevdîtina bi malbatê re ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, birin ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn.
Astengkirina serdana malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi cezayên dîsîplînê yên “bêhiqûqî” çû ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn.
Di serlêdanê de işaret bi “incommunicado” hate kirin, tê wateya rewşa qutbûna bi temamî ya têkiliyê. Parêzeran diyar kirin ku wernegirtina agahiyê ji Abdullah Ocalan îşkence ye û ji Dadgeha Destûra Bingehîn xwestin ku binpêkirina mafê hurmeta li jiyana malbatî û taybet, binpêkirina mafê darizandina adîl û parastinê, binpêkirina mafê rêya serlêdanê ya bi bandor tespît bike.