21 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku 24 sal in di Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de di bin şertên giran ên tecrîdê de ye û ji girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim agahî nayên stendin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî miwekîlên xwe, dîsa serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan. Di serlêdanê de ji CPT’yê hat xwestin ku rapora xwe ya têkildarî serdana 20-29’ê îlonê de bi raya giştî re parve bike.
Di serlêdanê de hat diyarkirin ku mafên hevdîtina bi malbat û parêzeran re, name û ragihandinê tên binpêkirin. Di serdanê de her wiha hat destnîşankirin ku mafên parastin û darizandina adilane jî tên astengkirin. Bi domdarî hat diyarkirin ku mafên navborî bi Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMM) hatine mîsogerkirin û wiha hat gotin: “Rewşa ‘Incommunicado’ (agahî negirtin) hêj girantir bûye. Di nava 3 mehên dawî de bi awayekî rêk û pêk ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê serlêdan hatin kirin. Parêzeran 32 caran û malbatan jî 14 caran serî li her du saziyan dan. Lê ev serlêdan bêbersiv hatin hiştin.”
Di berdewamê de wiha hat gotin: “Di serî de saziyên Ewropayê, ji 22 welatên cuda 350 parêzeran di 14’ê îlonê de, di 19’ê îlonê de jî ji Rojhilata Navîn 756 parêzeran serî li Wezareta Edaletê dan lê ev serlêdan nehatin bersivandin. Aqûbeta nameyên di demên berê de ji serlêderan re hatine şandin nayê zanîn. Her wiha nayê zanîn bê ka nameya nû ya di 27’ê îlona 2022’yan di dema vê raporê de hatiye şandin gihiştiye yan na.”
‘Dadgeh qebûl nake’
Bi domdarî cezayên disiplînê yên di mehên gulan, îlon û çileyê de hatin bibîrxistin û ev tişt hatin parvekirin: “Sedema qedexeyan ji me re nehat ragihandin. Piştî ku dema îtîrazê bi dawî bû, bersiva parêzeran hat dayîn. Bi vê rêbazê re bi zanebûn parêzerên serlêdêr li derveyî pêvajoyên lêpirsîn, darizandin û biryarê hatin hiştin. Bi vê yekê re girtiyên ku bi cezayê disiplînê tên tawanbarkirin, ji benda 59’emîn a Bendên Girtîgehan a Ewropayê ku dibêje ‘girtî divê bikare xwe bi rêya cîgirê xwe yê qanûnî biparêze’ bêpar hatine hiştin û ev bend bi awayeke fiîlî hatiye bêbandorkirin.”
Di berdewamiya serlêdanê de wiha hat gotin: “Dadgeh bêyî ku hincetekî nîşan bidin, îtîrazên li dijî cezayên disiplînê tên kirin bi lez û bez red dikin. Di rapora komîteyê ya sala 2020’an de ji bo cezayên disiplînê yên ku hevdîtinên bi malbatan re asteng dikin tê gotin ku ‘derhiqûqî ne.’ Biryarên dadgeriya înfazê û yên dadgehên cezayên giran ên êdî mekanîk û otomatîk bûn naguherîne. Bi vê yekê re aşkere dibe ku ev biryar biryarên polîtîk in, derhiqûqî ne û bêyî ku usûl esas bê girtin ji berê ve hatine dayîn. Bêyî ku şert û mercên qanûnî yên ji bo girtina zabitnameyên di dema hevdîtinên ku nehatine kirin de çêbibin, biryara qedexeyê hatiye dayîn. Ev biryarên qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re ku hem ji hêla madî hem jî qanûnê ve tu bingeha wan nîne û her 6 mehan carekê tên nûkirin, sepaneke derhiqûqî û keyfî ye. Divê were bibîrxistin ku di rapora Komîteya we ya di sala 2013’an de tê gotin ku astengkirina hevdîtinên bi parêzeran re ku ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve didome, hem li dijî mewzûata hundirîn û hem jî li dijî hiqûqa navneteweyî ya. Her wiha tê tespîtkirin ku biryareke polîtîk e. Di raporê de dihat gotin ku ev rewş nayê qebûlkirin û pêşniyaz dihat kirin ku divê hevdîtinên bi parêzeran re bikevin nava sepanê. Lê belê ji wê dîrokê heta niha di helwesta rayedaran û dadgehan de tu guhertin çênebûn.
‘Komîteyê derbarê serdana xwe tu daxuyanî neda’
Komîteya we têkildarî serdana xwe ya dawî tu daxuyanî û rapor parve nekirin. Her wiha tevî peywendiyên hatine danîn jî tu tiştek negot. Divê komîteya we rapora xwe ya têkildarî serdana dawî tavilê bi raya giştî re parve bike. Ev yek him hewcedariyek e û hem jî dema rewşa ‘incommunicado’ tê nirxandin, rewşeke mecbûrî ye. Weke ku di raporên komîteya we de jî hatiye tespîtkirin, rewşa ‘Incommunicado’ dema kesên li hundir bi tu awayî nekarîn bi derve re peywendiyan deynin û bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bikin derdikeve holê. Nayê fêmkirin bê ka komîteya we çima prosedûrên Xala 10/2. a CPT’yê ku ji bo pêşîlêgirtina rewşa ‘incommunicado’ tê bikaranîn, naxe meriyetê. Ev yek jî li ser helwesta komîteya we gumanên mezin çêdike. Serdana we ya dawî rewşeke wisa ava kir ku dewleta Tirkiyeyê, hikûmet, otorîteyên cemaweriyê û dadgeh we cidî nagirin û serdana we tenê formalîte ne.
Bi serdana dawî re dewlet, rayedarên hikûmetê û dadgehan li nava çavê komîteya we nihêrtiye û ev peyam daye we; ‘Tu qîmeta serdanên we yên rûtin, rapor, tespît û pêşniyazên we ji bo me tune. Em çawa bixwazin em ê wisa tevbigerin.’ Êdî dem hatiye ku bersiveke xurt bidin vê helwesta derhiqûqî, dermirovî û bêcidiyet û keyfî.”
Daxwaz
Di berdewamiya serlêdanê de ev daxwaz hatin kirin:
“* Divê komîteya we rapor û tespîtên xwe yên têkildarî serdana dawî ‘tavilê’ bi raya giştî re parve bike.
* Ji bo ku parêzer bikarin hevdîtinan bikin û ev hevdîtin domdar bin, hewceye hûn rê li ber biryarên derhiqûqî yên bi rêya dadgehan tên dayîn, bigirin.
* Ji bo ku malbat û vasî bikarin hevdîtinan bikin û ev hevdîtin domdar bin, divê hûn tiştên pêwîst bikin ku rê li ber cezayên disiplînê yên derhiqûqî were girtin.
* Li gel bicihanîna mafê serdanê, her wiha divê serlêdêr bikarin mafê xwe yên hevdîtina li ser telefonê jî bi kar bînin û hûn bingeha vî tiştî amade bikin.
* Ji bo ku girtî bikarin bi derve û parêzerên xwe re bi rêya name, telgraf û faksê peywendiyan deynin, hewce ye hûn bikin ku hemû astengî werin rakirin.
* Divê sepanên derhiqûqî yên ji bo qedexekirina rojname, kovar û pirtûkan bi dawî bibin.
* Divê tevdîrên xurt ên ji bo rakirina rewşa îşkence, miameleya dermirovî û nebaş û incommunicadoyê werin stendin û prosedûrên di çarçoveya Xala 10/2. a Peymanê werin pêkanîn.”