Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Parêzerên Rêber Apo xwestin CPT bi lezgînî biçe Îmraliyê

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî geşedanên mehên gulan, hezîran û tîrmehê yên 2024’an serî li CPT’iyê da. Buroyê diyar kir ku prosedura ji bo Îmraliyê nayê bicihanîn ji bo Azerbaycanê hatiye bicihanîn û xwest bi lezgînî serdanek ad hoc ango xweser li Îmraliyê pêk bîne.


Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî tecrîdkirin û agahînegirtina ji Rêberê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan carek din serî li Komîteya Pêşîlêgeritina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da. Buroya Hiqûqê di serlêdana xwe de cih da geşedanên mehên gulan, hezîran û tîrmehê yên 2024’an der barê Abdullah Ocalan, û her sê girtiyên li cem wî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş.

Di serlêdanê de hat diyarkirin ku di navbera 1’ê gulanê û 30’yê tîrmehê de 24 serlêdanên parêzeran û 12 serlêdanên malbatê bi giştî 36 serlêdan hatine kirin, lê hemû serlêdan bêbersiv hatine hiştin. Di raporê de hat destnîşankirin ku di vê pêvajoyê de tu name negihîştine parêzeran û aqûbeta 4 nameyên ji Îmraliyê re hatine şandin jî ne diyar e û der barê mafên telefonê de jî tu pêşketin çênebûne.

Hate diyarkirin ku ji 14’ê îlona 2018’an û vir ve serlêdanên ji bo hevdîtina malbat û parêzeran bi hinceta “cezayên disiplînê” herî kêm 23 caran hatine astengkirin. Di raporê de hat bibîrxistin ku di 4’ê tîrmehê de beriya ku “cezayê disiplînê” yê dawî ya 12’ê nîsana 2024’an bi dawî bibe di 4’ê tîrmehê de “cezayê disiplînê” yê nû ji bo 3 mehan hat dayîn û hat destnîşankirin ku pêvajoya navborî ji parêzeran bi dizî hatiye kirin û bi awayek li dijî qanûnê hatiye teqezkirin. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku di 3’yê gulana 2024’an de ji aliyê Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê ve biryara qedexekirinê ya nû hatiye dayîn. Ev biryara qedexeyê jî di 14’ê gulanê de bi awayek li dijî qanûnê hatiye teqezkirin.

Di serlêdanê de hat diyarkirin ku di nav 3 mehên navborî de li Behra Marmarayê 3 erdhejên cuda rû dane, lê ji ber qedexeyên hevdîtina parêzer û malbatan bêbersiv mane fikarên raya giştî ya der barê Îmraliyê de zêde bûne. Her wiha di serlêdanê de hate diyarkirin ku grevên birçîbûnê ya di 27’ê mijdara 2023’yan de bi daxwaza “Azadî ji Abdullah Ocalan re, ji Pirsgirêka Kurd e Çareseriya Demokratîk” li girtîgehan hatibûn destpêkirin ji ber ku daxwaza girtiyan bêbersiv hat hiştin, çalakî di 4’ê tîrmeha 2024’an hat bidawî kirin. Hat gotin ku bêbersiv hiştina serlêdan û daxwaza girtiyan rê li ber zerarên ku vegera wê tine ye tê vekirin. Di serlêdanê de hat gotin, “Ji bo ku encamên wiha giran dernekevin holê bêyî ku dem were windakirin divê ku hemû berpirsiyariyên pêwîst werin cîbicîkirin.”

Di berdewamiya serlêdanê de hat gotin ku hewldanên saziyên neteweyî û navneteweyî yên di nava 3 mehan de li dijî berdewamiya agahî negirtina ji Îmraliyê jî bêbersiv mane û hat gotin ev yek rewşa xemsariya ji bo Îmraliyê nîşan dide. Di serlêdanê de biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên der barê tecrîdê de jî hatin bibîrxistin.

Di serlêdanê de wezîfeyên CPT’yê yên tespît û pêşîlêgirtinê-tevdîrê jî hatin bibîrxistin û wiha hat gotin: “Her çiqas CPT li Îmraliyê hevdîtinan dike jî der barê rewşa birêz Ocalan de tu agahiyan nade. Ev ji 40 mehî zêdetir e ji birêz Ocalan û girtiyên cem wî agahî nayê girtin. Têkiliya wan bi malbat, parêzer û cîhanê re hatiye qutkirin. Bi taybetî prosedura ku dix ala 10/2’yan a Komîteya we de cih digire nayê bicihanîn. Lê prosedur ji bo Azerbaycanê hatiye bicihanîn. Ji ber ku rapora we ya 2022’yan nayê aşkerekirin, rejîma êşkenceya sîstematîk a li Îmraliyê didome.”

Di serlêdanê de bang li CPT hate kirin ku li dijî şert û mercên awarte yên li Îmraliyê dest ji helwesta xwe ya pêvajoyên asayî berde û pêvajoyên têkildarî şert û mercên miameleya xerab û rewşa “nepeywendiyê (incommunicado)” ji holê rake.

Parêzeran di serlêdanê de ev daxwaz kirin:

“* Ji ber ku şert û mercên heyî yên li Îmraliyê ji serdana we ya dawî ya 22’yê Îlona 2022’yan û vir ve di nava nezelaliyê de dewam dikin û her ku diçe tundtir dibin û di nava 2 salan de şert û merc gihiştine asteke nû, bi awayekî ad hoc (xweser) divê bi lezgîn serdana Girtîgeha Îmraliyê bê kirin.

* Ji bo ku şert û mercên niha yên serlêderan li gorî bi rûmeta mirovî re hevaheng bin, ji bo pêkanîna hemî mafên ragihandinê yên ku dê peywendiyên wan bi cîhana derve re misoger bike û biparêze, nemaze serdanên parêzer û malbatê, bi cih bîne û bi dawî anîna qedexeyên sîstematîk ên neqanûnî, divê hemû hewldanên pêwîst bên kirin.

* Ji bo pêşîlêgirtina êşkence, miameleya dermirovî û xerab û jiholêrakirina rewşa incommunicadoyê, divê tevdîrên pêwîst bên girtin û em dixwazin prosedurên di xala 10/2’yemîn a Peymanê de hatiye destnîşankirin bikevin meriyetê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar