PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Pazar - 24 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Parêzerên Rêber Ocalan amadekariya bersivê bişînin NY’ê dikin

Buroya Hiqûqê ya Asrinê pêvajoya bersiva Tirkiyeyê ya ji bo Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) şandin ji nêz ve dişopînin. Yek ji parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez got ku ew ê bersiva xwe ya li dijî pêşkêşiya ku Tirkiyeyê ji NY’yê re kiriye, pêşkêşe komîteyê bikin.

 

Buroya Hiqûqê ya Asrinê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş di qada navneteweyî de jî ketine nava liv û tevgerê. Neteweyên Yekbûyî, di vî warî de daxwaza tevdîrê li Tirkiyeyê kir û pişt re careke din heman daxwaz bi bîra Tirkiyeyê xist, lê Tirkiyeyê pê nekir û bi ser de jî di bersiva xwe de ku ji bo NY’yê nivîsî, argumanên pê van biryarên tevdîrê tune hesibandin bi kar anîn. Parêzerên Rêber Ocalan niha xwe amade dikin ku li dijî bersiva Tirkiyeyê bersivekê bidin. Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê  Îbrahîm Bîlmez ku bi Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî, diyar kir ku ew ê di demeke kin de bersiva xwe rê bikin û wê NY ji bo esasê biryarekê bide.

Prz.Bîlmez, sedema birina ba lijneyên navneteweyî ya vê biryarê wiha dibêje: “Em bi bêhiqûqiyeke bêhempa re rû bi rû ne. Ji bo rabûna vê tecrîdê tiştê ji destê me tê em dikin. Em serî li hemû mekanîzmayan didin. Ji ber ku em ji çar miwekîlên xwe ku di girtîgeheke Wezareta Dadê de ne, du sal û nîv in tu agahiyan nagirin. Ev rewş li welatên herî paşvemayî yên cîhanê jî nîn e. Baş in ya na, me hay ji tenduristiya wan nîn e. Me berê ev mijar her dibir ba saziyên Konseya Ewropayê. Ji sala 1999’an ve em vê dikin. Lê heta niha encama ku em dixwazin bi destên me neketiye. Ji wê boneyê me got em serî li Neteweyên Yekbûyî bidin. Saziyeke Neteweyên Yekbûyî ya bi navê Komîteya Mafên Mirovan heye. Ev komîte, mîna Dadgeha Mafên Mirovan dadgeheke navneteweyî ye. Bi tenê welatên Konseya Ewropayê ne di nav vê çarçoveyê de ne. Hemû welatên ku endamên NY’yê ne, di nava vê çarçoveyê de ne. Li ser wan erkdar e. Bi binpêkariyên mafên mirovan de dikeve û biryarê dide. Ji ber ku bi ya me tecrîd dûrî mafên mirovan e, me biryar da ku bibin ba Neteweyên Yekbûyî.”

Bi daxwaza tevdîrê serlêdan kir

Prz. Îbrahîm Bîlmez bi bîr xist ku ji ber ku tu rêyeke hiqûqî ya navxweyî nehatiye hiştin û Tirkiye bi tu biryarê nake û wiha pê de çû: “Ji bo em biryarê bibin ba Neteweyên Yekbûyî, divê pêşîn tu rêyeke hiqûqî ya navxweyî nemaya. Lewma me serlêdanên xwe yên têkildarê tecrîdê kirin. Hemû serlêdanên me ku hatin redkirin, me serî li Dadgeha Cezayên Giran da, wê derê jî serlêdana me red kir. Me 24’ê kanûnê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Wê jî daxwaza me ya ji bo tevdîrê red kir. Tu rêyeke hiqûqî ya navxweyî nema. Lewma me di 29’ê tîrmeha sala 2022’yan serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî da. Me cardin bi daxwaza tevdîrê serlêdan kir. Me got ku ji 25’ê adara sala 2021’ê ve ye ku me tu hay ji rêzdar Ocalan û her sê wekîlên me yên din nîn e. Li gor nivîsarên ku NY’yê ku ji xwe re kirine esas jî, me got ku ev cureyekî rejîma înfazê ye, ku kes nekare xwe bigihîne wan, tu hay jê nîn be îşkence ye. Li gor hin biryarên ku jixwe komîteyê dane, ji vê re tiştekê wek ‘revandin’ tê gotin.”

Komîteya NY’ê du car e Tirkiyeyê hişyar dike

Bîlmez, da zanîn ku Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî 6’ê Îlona sala 2022’yan di vê mijarê de daxwaza tevdîrê kir û nivîs ji bo Tirkiyeyê nivîsî û ji hikûmeta Tirkiyeyê re got ‘Parêzerên Ocalan û yên hersê miwekîlên din serlêdan kirin û wan tu hay jê nîn e. Lewma bihêlin ku bêyî tu astengiyê bi parêzerên ku dixwazin re karibin hevdîtinê bikin’ û wiha got: “Lê Tirkiyeyê ev bi cih neanî. Li ser vê me agahdariyek kir. Me got Tirkiye ya pêwist nake. Ji wê boneyê hûn tiştekî bikin. Meha çileya 2023’yan Komîteya Mafên Mirovan cardin dema tevdîr bi bîra hikûmetê xist û got ya pêwist bikin û me piştî wê biryarê cardin hem serî li dadgeriya înfazê da hem jî me ev daxwaza tevdîrê pêşkêşê AYM’ê kir. Lê ji van meqaman tu yekê tiştek nekir.”

Prz. Bîlmez wek encam got ku pêvajo berdewam e û ew ê bersiva xwe ya li dijî pêşkêşiya ku Tirkiyeyê ji NY’yê re kiriye, pêşkêşe komîteyê bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hikûmetê herî dawî fikirên xwe şandin ji Neteweyên Yekbûyî re. Lê ev hikûmeta di fikirên xwe de tu behsa daxwaza me ya tevdîrê û biryara bertekî ya ku NY’yê daye, nekiriye, jixwe hesab nekiriye. Tu bersiv nedaye. Lewra tu bersiva bide nîn e. Piştî ku bersivên xwe şandin wê komîte têkildarî esasan biryarekê bide. Lê wê ev çiqas li ber xwe bide em hêj nizanin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar