Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Parêznameyên Rêber Apo li Şengalê hat xwendin

Li Şengalê dirûşmeya ‘Parêznameyên min li ku derê bin, ez li wirim’ parêznameyên Rêber Apo hat xwendin. Endama TAJÊ Kinê Xidir got ku wekî civaka êzidî û bi taybetî jin hêza xwe ji Rêber Apo digirin.

Piştî ku di 21’ê cotmehê de bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê, civaka êzidî û gelê ereb hate ragihandin ku ew jî wekî Şengal bi dirûşma ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ beşdarî pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan dibin û ev pêngavê bi têkoşîna xweseriya Şengalê re wê bikin yek, çalakiyên di çarçoveya pêngavê de dewam dikin.

Bi heman armancê li 21’ê çileyê li Şengalê hefteya xwendina ramanên Rêber Apo di bin dirûşma ‘Parêznameyên min li ku derê bin, ez li wirim’ hate destpêkirin. Di serî de li Xanesor, Sinûn, Digur, Duhla, Borik, Guhbel û Zorava her wiha di nava gundên Ereba jî heft rojan dewam kir.

Pêngava xwendina ramanên Rêber Ocalan duh êvarî bi xwendina parêznameyan li Serdeşta çiyayê Şengalê bi dawî bû.

Endamên sazî û rêxstinên Serdeştê li şaredariya gel li hev kom bûn, bi deqeyek rêzgirtinê parêznameyên Rêber Ocalan guhdar kirin û nirxandin.

Di dawiya kombûnê de endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Kinê Xidir axivî. Kinê Xidir diyar dikir ku jinên êzidî hêzê ji Rêber Apo digirin û wiha got: “Piştî naskirina fikrê Rêber Ocalan jina êzidî hêz girt, xwe û civaka xwe parast. Rêber Apo dibêje pêwîste tu kes koletiyê qebûl neke, divê em jî jibîr nekin. Piştî naskirina vî fikrî şoreşgerên civaka êzidî derketin û çiyayê Şengalê parastin, pêwîste tu kes vî tiştî jibîr neke. Cîhan hemû jî li dijî me bisekine, em li ser vî fikrî xwe perwerde dikin û emê civaka xwe biparêzin. Em dibêjin serkeftin ji civaka êzidî re, azadî ji Serokatî re û xweserî ji Şengal re.”

Kinê Xidir destnîşankir ku niha civaka êzidî li ser axa xwe azad dijî, jin û mêr bi he vre ji bo parastin û rêvebirina herêmê tedikoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li ser jin û mêr ferze ku rêzê ji hev bigirin û bi hev re xwedî  li civaka xwe derkevin. Jin be yan jî zilam be, eger ne li gor qanûnên vê civakê kar bike jêre nayê qebûlkirin. Fikrê Rêber Apo hemû derfet dane me ku em xwe bi rêxistin bikin.”

Civîn bi dirûşma ‘Bê Serok jiyan nabe’ bidawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar