KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Parîs bi Mîhrîcana Çanda Kurd xemîlî

Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê îro li Parîsê bi coşeke mezin dest pê kir. Mîhrîcana ku hefteyekê mêvanê gelê Parîsê be wê bi reng, çand û dîrokê kurdî bixemile

ANF Images

Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) û Komeleya Çand û Hunerê ya Kurdistanê (ACK) îsal Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîs li dar xistin. Mîhrîcana ku ji 25’ê Gulanê dest pê kir wê heta 1’ê hezîranê dewam dike. Weqfa Danielle Mitterrand, Şaredariya Parîsê, Şaredariya Herêma 10’emîn a Parîsê, Şaredariya Mant Le Jolie û Şaredariya Montreûilê jî piştgiriyê didin mîhrîcanê.

Di hefteya ku wê li Parîs û bajarên herêma Île-de-France bê lidarxistin û gelek mînakên mîrateya dewlemend a kurdan wê werin pêşandan, çanda kurdan a di bin gefê de ye wê were nasandin û li dijî asîmîlasyona çandî peyam were dayîn.

Di mîhrîcanê de bang li civaka kurd a li Fransayê û bi taybet li Parîsê hate kirin ku çanda xwe nas bikin û gelên din ên li Fransayê ji bo naskirina Kurdan ku yek ji gelên herî kevn ên Mezopotamyayê ye, vexwendin mîhrîcanê.

Bi mîhrîcana ku ji aliyê CDK-F û ACK’ê ve tê lidarxistin, qada çandî ya civaka Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê derdikeve pêş. Ji bo aramî, geşepêdan û bextewariya gelê Kurd ên li Fransayê ne; ji bo avakirina diyalogeke domdar û avaker di navbera Kurd û gelên li Fransayê de, tê xwestin ku têkilî bê danîn.

Di mîhrîcanê de bernameyeke dewlemend û cihêreng wek performansên hunerî, konserên kolanan, dîwana dengbêjiyê, atolyeyên hunera destan, xwarinên urd wê bê pêşkêşkirin. Her wiha dê ji bo zarokan atolyeyên lîstikan bên organîzekirin û ji bo fêrbûna ziman, muzîk û govenda kurdî derfet bê dayîn.

Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê ku bûye çalakiyeke kevneşopî, ji bo Kurdistaniyên li dîaporyê dimînin û gelê Fransayê bi kelecan li benda wê ne. Mîhrîcan îro saet di 14.30 de bi meşekê ji Navenda Çanda Ahmet Kaya ya Parîsê destpê kir. Piştî meşê belgefîlma ‘Yêk’ a ku derhêneriya wê Rojda Shîkho kiriye wê bê pêşandin. Roja ewil a mîhrîcanê dê bi performansa ‘perkusyon’ bi dawî bibe.

Di roja dawî ya mîhrîcanê de dê bi beşdariya Koma Amed, Chopy û Deza Amed konser bê lidarxistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar