Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Parîs di tariyê de ye

Sal 2013 û di 9’ê çileyê de li Parîsê komkujiyek çêbû. Di wê komkujiyê de jî sê jinên şoreşger Sara, Rojbîn û Ronahî hatin qetilkirin. Kurd ne li bende bûyereke bi vî rengî bûn. Çawa dibe ku di nîvê Ewropayê de şoreşgerên kurd werin qetilkirin. Yê destûra vê komkujiyê da jî Fransa bû. Her kes dizane ku komkujî ji aliyê dewleta tirk ve hatiye kirin. Lê mesele ewe ku Fransayê ji bo çi destûra vê yekê da.

Di komkujiya Parîsê de gelek pirs hene ku li benda bersivê ne. Ew kesê komkujî kir ango Omer Guney ji meydanê wenda bû. Pêşî gotin ew girtine û avêtine girtîgehê, piştre jî gotin li girtîgehê miriye. Dibe ku li girtîgehê ew kuştibin, ji bo ku neaxive. An jî ew ji girtîgehê derxistin û birin cihekî din. Ev yek bi tena serê xwe îşareta komployekê ye. Rayedarên MÎT’ê yên ku ji aliyê gerîlayan ve hatibûn girtin, li ser komkujiya Parîsê agahiyên girîng dabûn. Li wê yekê mikur hatibûn ku bê çawa komkujî hatiye organîzekirin. Lê tevî vê yekê jî dewleta Fransayê û daraza wê kujeran diparêze.

Sal 2022 û di salvegera komkujiya Parîsê de amadekariya çalakiyan dihat kirin. Dawiya salê bû û vê carê ji Parîsê xebereke dan a reş hat. Careke din li Parîsê komkujî çêbû û sê kurdên din hatin qetilkirin. Vê carê jî Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrahman Kizil şehîd bibûn. Hê Fransayê hesabê komkujiyekê nepirsîbû, lê komkujiyeke din jî li ser axa wê çêbû.

Bi vî rengî Fransayê bi awayekî aşkera rola xwe ya di komkujiyê de nîşan da. Ji ber ku ew ne cara pêşî bû. Lê Fransayê li şûna ronîkirina komkujiyê, careke din rê li ber komkujiyeke din vekir. Fransa bi van kiryarên xwe herî zêde derb li hiqûq û demokrasiya Ewropayê xist. Fransaya ku li ser axa wê şoreş çêbûye û deriyê demokrasiyê vekiriye, vê carê jî deriyê komkujiyê vekir.

Fransa ji ber herdu komkujiyên li Parîsê berpirsiyar e. Her kes dizane ku kujer dewleta tirk e, lê Fransa jî şirîkê wan komkujiyan e. Heta ku ew komkujî neyên ronîkirin, wê Fransa jî sûcdar be. Li vê derê mesele ne tenê dewleta tirk e. Fransayê destûr da ku li ser axa wê komkujî were kirin. Lewma jî heta ku berpirsiyar neyên aşkerakirin, wê Parîs timî tarî be.

Ji sala 2013’an ve Parîs tarî ye û ji bo kurdan bûye cihê xemgîniyê. Yê bûye sedema wê jî dewleta Fransayê ye. Eger Fransa dixwaze ew deqa reş paqij bike, wê demê divê kujeran eşkere bike û ceza bike. Parîsa ku tirbên Yilmaz Guney, Ahmet Kaya, Evdirehman Qasimlo û Doktor Şerefkendî lê ye, di tariyê de ye. Ew bajar ji bo kurdan cihê xemgîniyê ye. Rêveber, derhêner û hunermendên kurd di goristana Parîsê de ne. Yilmaz Guney û Ahmet Kaya ji ber ku nekarîbûn biçin welatê xwe li Parîsê jiyana xwe ji dest dan. Evdirehman Qasimlo û Doktor Şerefkendî jî li Ewrûpayê hatin qetilkirin û tirbê wan jî li Parîsê ye. Ev yek ne bes bû, vê carê jî komkujiyên Parîsê lê zêde bûn. Divê Fransa vê yekê bibînê û lewma jî hem ji kurdan lêborînê bixwaze û hem jî wan komkujiyan ronî bike.

Nûçeyên Têkildar