Li ser hilbijartinên başûrê Kurdistanê 5 meh derbas bûn lê hêj Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê nehatiye avakirin. Wisa xuya dibe ku dê ev pêvajo hêj berdewam bike. Ji ber ku aloziya di navbera PDK û YNK’ê de berdewam e.
Piştî 5 mehan parlamentoya başûrê Kurdistanê cara yekem di 18’ê sibatê de li hev civiya. Lê civîna parlementoyê jî bi aloziyê dest pê kir. Li gor hevdîtinên di navbera PDK û YNK’ê de, serokê parlementoyê para YNK’ê bû. Lê ji ber ku YNK tev li civîna parlementoyê nebû, serokê parlamentoyê endamê PDK’ê Vala Ferît hate hilbijartin. Alîgirê yekemîn Hêmîn Hewremî yên duyemîn jî ji tirkmenan hat diyarkirin. Piştî civîna parlamentoyê Kosret Resul ku di nav YNK’ê de wek nêzî PDK’ê tê nasîn, bertekek tund nîşanî PDK’ê da û got Yekitî vê rewşê qebûl nake.
Piştî ku parlamento civiya, komîsyonek hiqûqî hate tayînkirin. Ev komîsyon dê ji bo serokatiya herêma Kurdistanê qanûnek amade bike. Piştî serokê herêma Kurdistanê hate diyarkirin, dê serokê herêmê ji bo hikûmeta nû peywir bidê. Tê zanîn ku hem serokê herêmê hem jî serokê hikûmetê para PDK’ê ye. PDK ji bo serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî, ji bo serokwezitiyê jî Mesrûr Barzanî diyar kirine. Wê wezaret çawa werin parvekirin? Wê hikûmet çêbibe yan çênebe? Ev yek ne diyar in û mijara nîqaşê ne. Ji ber ku sê xalên girîng di navbera YNK û PDK’ê de mijarên nîqaş û guftûgoyan e. Ger wiha beewam bike dê parçebûn bibe û du rêveberî derkevin holê. Ji ber ku heya niha tu tişt para Yekitiyê neketiye.
Alozîya di navbera YNK û PDK’ê de belkî koka xwe ji dîrokê digire. Lê di roja me de hilbijartinên serokkomariya Iraqê dest pê kir. PDK’ê piştî hilbijartina serokkomariya Iraqê got ku êdî wek berê bi YNK’ê re nameşin. Di navbera PDK û YNK’ê de, sê xalên nîqaşê hene. Xala yekem, li ser wezareta dadê ya Iraqê ye. YNK dibêje para min e, PDK dibêje para min e. Xala duyem, li sê walîtîya Kerkûkê ye. YNK dibêje para min e, PDK dibêje na. Xala sêyem jî li ser wazaretan e. YNK dibêje ji sedî 50’î ji min re, ji sedî 50’î ji te re ye. PDK dibêje na. Rewş wek berê nîne. Dibêjin em di hilbijartinan de bûn partiya yêkemîn, tu jî partiyek ji rêzê yî. YNK jî vê yekê qebûl nake.
Wekî din hîn hesabên hêzên herêmî û hêzên navneteweyî li ser avakirina hikûmeta herêma Kurdistanê hene. Ev hesabên hêzên herêmî û navnetewî vê rewşa aloz girantir dikin. An wê PDK û YNK’ê careke din li hev bikin û tu guhertinan nekin, rêveberiyek wek berê ava bikin an jî dê rêveberiyek li Hewlêrê û yek jî li Silêmaniyê çêbibe. Para PDK’ê para YNK’ê, para hêzên herêmî, para hêzên navneteweyî… Gelo para gelê başûrê Kurdistanê çi ye? Wisa xuya dibe ku dagirkerî, xizanî û koçberî para gelê başûrê Kurdistanê ketiye.