Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Parlak: Em li ser hemû rexneyan bisekinin

Parlementerê Colemêrgê Vezîr Coşkûn Parlak diyar kir ku piştî kongreyê ne bi du partiyan, wê bi partiyekê bidomînin.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Vezîr Coşkun Parlak ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist ku piştî hilbijartinan him Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê û hem jî ya Partiya Çepên Kesk nirxandinên berfireh kirin. Parlak diyar kir bi Meclîsa Partiyê, hevserokên bajaran, hevberdevk, rêxistiên navçeyan ên her du partiyan tevî pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê pêvajoyê dinirxînin û got “Niha wê di civînên gel ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê yên di navbera 15-25’ê Tebaxê de nirxandin bên kirin û pêşniyar û rexne bên guhdarîkirin û wê di konferansên rêxistinkirinê de gavên nû yên avakirinê bên avêtin. Ez dixwazim vî tiştî diyar bikim, ji bo me nirxandin û pêşniyazên herî hêja, yên di civînên gel de ne. Piştî ku ev hemû pêvajoyên nirxandinê bi dawî bûn wê partiya me di meha Îlonê de biçe kongreya xwe û desteyên xwe yên nû diyar bike.”

Parlak, da zanîn ku hêj biryar nehatiye girtin lê dema Partiya Çepên Kesk biçe kongreyê wê di bername û rêziknameyê de hin guhertin çêbibin û got “Dibe ku navê partiyê jî yek ji van guhertinan be. Komîteyên me li ser vê mijarê xebatên xwe didomînin. Ji niha û pê ve em ê bi partiyekê bidomînin, ne bi du partiyan. HDP partiyeke ku di qonaxeke dîrokî ya gelekî girîng de hatiye avakirin û beşên mezin ên gel piştgirî dane wê. Bêyî ku ev kombûn û mîrate ji holê rabe, em ê formulek pêş bixin da ku em kêşeyên qanûnî yên li pêşiya xwe, karibin derbas bikin.”

Parlak bal kişand ser daxwaza gel a ji bo polîtîkayên giştî bi gel re bên diyarkirin û wiha got: “Kevneşopiya me ya siyasî jixwe bi gel re hemû biryaran digirin, partiyên me bi destê gelê me hatine avakirin û bi gel re mezin bûne. Di van demên dawî de rexne tên ku partî û gel ji hev dûr ketine. Em bi girîngî li ser van rexneyan disekinin û em ê ji bo vî tiştî mekanîzmayên xurt ava bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar