Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Parlamenter Dag: AKP-MHP ewqas lawaz bûne ku li ber têkçûnê ne

Parlamentera HDP’ê Dêrsim Dag diyar kir ku li dijî gelê kurd êrîşeke topyekûn heye. Dag anî ziman ku AKP-MHP bi êrîşên li dijî partiyan wan re dixwazin wan ji gel qut bikin û wiha got: “Êrîşên wan nîşaneya lawazbûna wan e. Tehemûla çalakiyeke herî biçûk jî nakin. Li ber têkçûnê ne. Em ê li ber xwe bidin û rêxistiniya xwe jî mezintir bikin.”

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Dêrsim Dag têkildarî êrîşên hikûmeta AKP-MHP’ê yên di demên dawî li dijî endam û rêveberên partiya wan û tayînkirina qeyûman ji ANF’ê re axivî.

Dêrsim Dag anî ziman ku di sala 2014’an de li dijî gelê kurd biryara şer hate girtin û wiha got: “Di sala 2015’an de zext û zoriyên li ser partiya me dîsa dest pê kir. Berê bi girtinan dixwestin partiyan bêerk bikin lê niha bi binçavkirin û girtinan. HDP li kîjan bajarî xurt be li wir zext û zorî zêde ne. Li her derê Tirkiyeyê binpêkirina mafê mirovan di asta herî jor de ye. Êrîşên li dijî partiya me jî vê yekê baştir radixe ber çavan. Rojane bi sedan endamên me tên binçavkirin û girtin. Li dijî Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd êrîşek topyekûn heye. Sedema van êrîşan dixwazin HDP’ê û gel ji hev qut bikin. Lê dê ev polîtîkaya AKP’ê bi sernekeve. Ji ber ku HDP bi xwe gel e û nikarin gel ji HDP’ê qut bikin.”

‘Hikûmet lawaz bûye û li ber rûxandinê ye’

Di berdewamê de jî Dag diyar kir ku li dijî kurdan qirkirineke siyasî û çandî heye û wiha domand: “Dixwazin bi van êrîşan kurd çokan dane. Di heman demê de êrîşî hemû kesên muxalîf jî dikin. Niha tekane partiya ku li dijî hikûmetê muxalefetê dike HDP ye. Ji bo vê yekê jî dibe hedefa êrîşan. Ji ber polîtîkayên AKP’ê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê êrîş û tundiya li ser jinê jî di asta herî bilinde ye. Dibe ku îro hedef HDP be lê belê hemû rengên civakê jî dibin êrîşan de ne. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze krîza li welat û xitimandina xwe bi zext û zoriyên li ser HDP’ê veşêre. Êrîşên dagirkirinê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî berdewamiya vê polîtîkayê ye. Li dijî AKP’ê hêrseke mezin a civakê heye. AKP nikare xwe li ber vê hêrsê ragire. Ewqas tengav bûne ku destûrê nadin çalakiyeke herî biçûk jî. Endamên meclisa me ya ciwanan ji ber ku belavok belav kirine hatin girtin. Hikûmet ewqas lawaz bûye ku li ber rûxandinê ye.”

‘Em ê rêxistina xwe xurtir bikin’

Herî dawî jî Dêrsim Dag ev tişt anî ziman: “AKP bi êrîşên xwe dixwaze HDP’ê îllegalîze bike. Li Kurdistanê partiya tabelayê ye û dixwaze HDP’ê lawaz bike. Li Tirkiyeyê siyaset bi rê û rêbazên berê nameşe. AKP dê biçe lê dê kesên li ber xwe didin bimînin. Bi tu awayî bi êrîş, girtin û binçavkirinan em ê paş de gav ne avêjin. Berevajî vê em ê li her derê rêxistinên xwe xurtir bikin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar