PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Parlamenter Dîlan: Divê Wezareta Jinan bê avakirin

Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan diyar kir ku sedema qetilkirina jinan polîtîk e û wiha got: “Divê ev wezaret bê avakirin û çalak be. Divê ji bo vê gavên cidî bên avêtin û wezareta jinan bê avakirin. Weke meclîsa jinan a DEM Partiyê alternatîfên xwe ava bikin.”


Deshilata faşîst a AKP-MHP’ê bi polîtîkayên şerê taybet êrîşî hewl didin jinan têxin nava çar dîwaran û pergala bavsalarî bidomînin. Rêxistinên jinan li dijî polîtîkayên şerê taybet û qirkirina jinan her tim balê dikşîne ser tedbîrên xweparastinê. Ligel vê DEM Partiyê derbarê qetilkirinan de pêşnûmeyan didin lê ev ji nedîtîve tên. Bi armanca ‘lêkolînkirina cînayetên jinan’ ev pêşnûme wê di lijneya giştî de bikin yek û komîsyonek bê avakirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan derbarê mijarê de axivî û got sedema qetilkirina jinan polîtîk e.

Parlamenter Dîlan daxuyakirin ku li Tirkiyeyê qetilkirinên jinan her diçin zêde dibin û bi desthilatdariyeke ku vê polîtîkbûnê red dikin re rû bi rû nevû wiha got: “Tundiya li ser jinan ji polîtîka destilatdariyê serbixwe nîne. Li Tirkiyeyê bêcezahiştin tunebûna wê evqas qetilkirin tunebûna. Em dibêjin sedem polîtîke û ji ber vê diqewime. Gumanbar nayên cezakirin. Ji ber vê jî tundî zêde dibe. Tedbîr nayên girtin. Qanûna 6284 heye lê ev pêk nayê. Ez hiqûqnasim û bi salan min perwerdehiya 6284 da. Perwerdehiya vê li fakulteyên hiqûqê nayên dayîn. Me li baroyan perwerde dida. Me ji stajyeran dipirsî ka we perwerda 6284 girtiye an na. Hejmar bi sê kesî sînor dima. 6284 li zanîngehan nehatiye dayîn.”

Dîlan daxuyakirin ku pêknehatine 6284 pisgirêke û got ev planên wisa li ser kaxizê dimînin û wiha domand: “Li herêman qaşo li dijî tundiya li ser jinan plan hene û ev bi destê walîtiyan tê kirin. Qeyûm di heman demê de walî bûn. Wan dikir. Lê van gotin perwerdehiyên pir bi bandor hatine dayîn. Em dinêrin ev tenê li ser kaxizan mane. Ji ber em şahidê wan e, em dibêjin. Me li rûyê wezîran got.”

Di berdewama axaftina xwe de Dîlan balkişand ser girîngiya wezareteke jinê û di vê mijarê de jî ev tişt anî ziman: “Divê ev wezaret bê avakirin û çalak be. Divê ji bo vê gavên cidî bên avêtin û wezareta jinan bê avakirin. Pêşiya me 25’ê Mijdarê ye û divê em çareseriyê bi bandor bidin pêş xwe. Divê em alternatîfên xwe ava bikin. Ev ne berpirsyariyeke ku em tenê li desthilatdariyê bar bikine. Belê desthilatdarî berpirsyariyên xwe nake. Divê em wek meclîsa jinan a DEM Partiyê alternatîfên xwe ava bikin.”

Dîlan li ser nîqaşên ku jin qanûnên tedbîrê nizanin de jî wiha axivî: “Jin 6284 nizanin. Yên vê pêk bînin jî nizanin. Yên dizanin jî pêke naynin. Jin tevî biryara wan ya durxistinê heye tên qetilkirin. Ewlehî jinan dişînin nav malbatê. STK, partiyên siyasî û TJA xebatên hişmendiyê dişîne lê zîhniyeteke dewletê ya vê pêk nayne heye. Divê em jin ji bo cezayê bi banor bên dayîn rola xwe bilîzin, têkoşîna xwe bimeşînin.”

Dîlan der barê komîsyona der barê lêkolînkirina cînayetên jinan ya li meslîcê hatiye avakirin de jî axivî û got bandora komîsyonê wê nava demê de xuya bike û got wê pêşniyarên xwe pêşkêş bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar