Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Parlamenter Kaliyanda tevlî pêngava azadiyê bû

Pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin li seranserê cîhanê rastî eleqeyeke mezin tê. Parlamentera Partiya Karker a Awûstralyayê Charîhma Kaliyanda tevlî çalakiya 'Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanê' bû û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir.

Dostên kurdan di 10’ê cotmehê de li seranserê cihanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin û di demek kurd de li gelek navendan belav bû. Di çarçoveya pêngavê de ‘Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanê’ hat destpêkirin û ji Ewropayê heta Amerîkaya Latîn, Efrîqa û Awûstralyayê bi beşdariya kesayetên navdar fikrên Rêber Apo tên xwendin. Ji cihan yek jê Awûstralya ye. Parlamentera Partiya Karker (ALP) a hikûmeta Awûstralyayê Charîhma Kaliyanda ji bo çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka kurd bang kir ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tavilê azad bibe.

Parlamentera Partiya Karker a Awûstralyayê Charîhma Kaliyanda tevlî çalakiya xwendina pirtûkên Rêber Apo bû û peyamek bi dîmen weşand. Kaliyanda di peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Ez beşa 15’emîn a pirtûka ‘Weke ramangerekî li ser yekîtiya teorî û pratîkê Ocalan’ dixwînim ku ji aliyê aktîvîst, zanyar û antropologê amerîkî ve hatiye nivîsandin. Dixwazim li ser rewşa Abdullah Ocalan çend gotinan binivîsînim. Gelek berhemên xwe yên ji gelek bergan hene, lê belê ji bilî kurdan cîhana derve ji bo fêhmkirina vê yekê zehmetiyê dikişîne.

Bi taybetî di dema girtîgehê de ji gotarên li ser mekanîka demokrasiya yekser heta bi gengaziya civakiyeke xwe dispêre fîzîka kûantûmê û cîhaneke ji gelek bergan, yekparebûneke teoriyê ya ku li kategoriyên heyî yên entelektueliyê nayê afirand. Giranî da ser Rojhilata Navîn. Ev hemû nivîs jî di nava şert û mercên welê de nivîsand ku derfetê xwe yê bikaranîna înternetê nîne, weke materyalên lêkolînê jî tenê sûd ji sê pirtûkan wergirt ku destûr hate dayin parêzer dem bi dem jê re ragihînin. Ev yek rewşeke balkêş e. Her wiha destûr jê re hate dayîn ku tenê van nêrînên xwe li pêşiya dadgehê bîne ziman ku bi xiyaneta li welêt lê dihate sûcdarkirin.

Her wiha ji bilî hin derdorên radîkal ên spesîfîk, ev kar hema bibêje bi temamî ji nedîtî ve hatiye. Zanyarên din têkilî bi fikrên wî re dananîn. Bi vê gotarê dixwazim sedema vê yekê binirxînim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar