Dewlet bi OHAL’ê gel bi berxwedanê heye

Li Tirkiyeyê li aliyekî OHAL li aliyekî berxwedan heye. Dewlet ji bo hebûna xwe berdewam bike bi OHAL’eke bênav xwe li ser piyan digire....

Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...

Dewlet bi OHAL’ê gel bi berxwedanê heye

Li Tirkiyeyê li aliyekî OHAL li aliyekî berxwedan heye. Dewlet ji bo hebûna xwe berdewam bike bi OHAL’eke bênav xwe li ser piyan digire....

Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...
Perşembe - 14 Kasım 2024

Dewlet bi OHAL’ê gel bi berxwedanê heye

Li Tirkiyeyê li aliyekî OHAL li aliyekî berxwedan heye. Dewlet ji bo hebûna xwe berdewam bike bi OHAL’eke bênav xwe li ser piyan digire....

Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...

Parlamenter Laurence: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

Parlamentera swîsreyî Laurence Fehlmann Rielle bal kişand ser rola sereke ya Rêber Apo di çareseriya pirsgirêka kurd de û wiha axivî: “Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re têrê nake, armanca esasî divê azadiya wî be. Dem ew dem e ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê kampanya navneteweyî bê mezinkirin."

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê di nava êşkenceyeke giran de tê ragirtin û 44 meh şûn de cara yekem bi parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan re hevdîtin pêk anî. Hevdîtin hem li nava raya giştî ya neteweyî hem jî navneteweyî deng veda. Rêber Apo bi rêya biraziyê xwe peyamek gihand raya giştî û diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê dewam dike û wiha axivî: “Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî hêza teorîk û pratîkî me ku vê pêvajoyê ji zemîn şer derbasî ser zemîna siyasî û hiqûqî bikim.”

Yek ji piştevanên pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ parlamentera Sosyalîst a Swîsreyê ya Parlamenta Fedearl Laurence Fehlmann Rielle hevdîtin û peyama Rêber Apo nirxand.

Parlamentera swîsreyî Laurence Fehlmann Rielle diyar kir ku hevdîtina bi Rêber Apo re hat kirin girîng e û wiha got: “Piştî tecrîda giran a ji 44 mehan pêkhatina vê hevdîtinê balkêş e, ji ber ku normal ji adara 2021’ê û vir ve Abdullah Ocalan nikare xizmên xwe, bi taybetî jî parêzerên xwe bibîne. Em zanin ku ev tecrîd dibe sedem ku li ser rewşa derûnî û tenduristiya Abdullah Ocalan dibe sedema fikaran.

Abdullah Ocalan ku normal xwedî mafê berdanê ye, 25 sal in li girtîgeha tecrîdkirî tê ragirtin. Her wiha em zanin ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) serdana Îmraliyê kir, lê belê rapora xwe ya dawî hîn neweşandiye û ji bo karibe nêrînên xwe yên li ser şert û mercên ragirtina Ocalan bîne ziman amûrên heyî bi kar nîne. Di nava van şert û mercan de hevdîtina Ocalan a bi biraziyê xwe re rewşeke nû û girîng e.

Gelo ev bûyer nîşaneya wê yekê ye ku rayedaran bi taybetî jî Serokkomar Erdogan bi Abdullah Ocalan re dest bi diyalogê kiriye? Abdullah Ocalan hîn jî li ser kurdan xwedî bandoreke mezin e û di pêvajoya aştiyê de fîgurekî esasî ye. Ev hewldan cara yekê ye tê kirin? Omer Ocalan weke endamekî malbatê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, ya jî weke nûnerê DEM Partiyê hevdîtin pê re kir? Ev pirs bêbersiv jî bin, em dîsa jî xweşbîn bin: Ev yek işareteke erênî ye.”

Parlamenter Fehlmann Rielle qala peyama Rêber Apo kir û destnîşan kir ku divê dewleta tirk bersivê bide vê peyamê û “wiha pêde çû: “Bi dîtina min, Abdullah Ocalan bi rêya peyama xwe hewl dide pêşî li danûstandinên ji bo aştiyê veke. Weke ku min got, Abdullah Ocalan girtî jî be di nava kurdan de hîn jî gelekî bi bandor e.

Weke ku di peyamê de jî em dibînin, Abdullah Ocalan bi rastî jî ji bo aştiyê zorê dide desthilatdariya tirk. Dibe ku rewşa ne aram a li cîhanê jî faktorek ji bo pêkhatina vê hevdîtinê ye: Dibe ku Tirkiye zextê li ser xwe dibîne. Sermeselê, şerê navbera Îsraîl û Filistînê gelekî bi fikar e û dibe ku ne aramiya Tirkiyeyê hîn zêde bike. Lê belê divê em bibînin bê dewama vê hevdîtinê wê hebe yan na, ji niha û pê ve wê encameke baş jê bê yan na. Li gel vê yekê jî her hewldaneke ji bo çareseriya vî şerê demdirêj wê kêrhatî be. Şerê heyî ne bi kêrî gelê kurd tê ne jî tirkan.”

Parlamenter Fehlmann Rihelle banga şefê MHP’ê Devlet Bahçelî jî wiha nirxand: “Daxwaza jinûve hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hêza seferberiyê ya Abdulllah Ocalan û kurdan nîşan dide ku li gel zext û zordariyê jî naheje.

Em zanin ku artêşa tirk êrîşan dibe ser Sûriye û Iraqê. Her wiha em zanin ku dixwaze nûnerên Rojava bitepisîne ku hewl didin civakeke aram û wekhev biafirînin. Hewl dide van herêman kontrol bike. Li gel van zext û zordariyan jî gelê kurd bi biryar e. Dîaspora kurdan a li Ewropayê jî gelekî girîng e. Dîasporaya kurd bi taybetî ji cotmeha 2023’yan û vir ve ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiyan lidar dixe; bêguman van çalakiyan deng vedan. Dibe ku ev rewş bû sedem ku dewlet û Erdogan helwesta xwe biguherînin.”

Fehlmann Rielle destnîşan kir ku hevdîtina bi Rêber Apo re têrê nake, armanca esasî divê azadiya wî be û got, “Dem ew dem e ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê kampanya navneteweyî bê mezinkirin. Gelekî girîng e ku bê bibîrxistin; Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd parçeyek ji çareseriyê ye û hêzên pêşverû divê ji bo wî seferber bibin. Ev yek di heman demê de tê wateya seferberiya ji bo xweseriya gelê kurd.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar