Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn a di encama mudaxileya polîsan de birîndar bû, piştî dermankirinê ji nexweşanê derket
HDP’ê ya Amedê çend roj berê xwest li Parka Koşuyolu li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ku şaredarên bi KHK’ê hatine îxrackirin erka wan betalkirin, şermezar bike. Lê polîsan mudaxeleyî daxuyaniya HDP’ê kir. Di mudaxeleyê de parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun û Musa Farisogullari birîndar bibûn. Parlementera HDP’ê Remziye Tosûn a di mudaxileya polîsan li erdê ket û perasiyên wê derizin piştî dermakirinê ji nexweşxanê hat derxistin.
Tosûn a 3 roj in li nexweşxaneyek taybet tedawî bû, bijîşkan rapora 30 rojan nikare kar bike, danê û tabûrcû kirin. AMED