Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Parlamenter Ûysal: Mirinê li ser girtiyên nexweş ferz dikin

Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan diyar kir ku girtiyên nexweş ji ber polîtîkayên dijminatiyê nayên berdan û nayên dermankirin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan diyar kir ku girtiyên nexweş ji ber polîtîkayên dijminatiyê nayên berdan û nayên dermankirin.

Desthilata AKP û MHP’ê li hemberî gelan pêkanînên dermirovahî dimeşînin. Ji van pêkanînan a herî li ber çavan nêzîkatiya li hemberî girtiyên nexweş e. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Ûysal Aslan derbarê rewşa girtiyan û nêzîkatiya li hemberî wan de axivî. Ûysal diyar kir ku di qanûnên ceza de bi rengekî kêfî, bêhiqûqî û siyasî tê destnîşankirin bê çi sûc e, çi ne sûc e, kî wê çiqasî li girtîgehê bê hiştin.

Newroz Ûysal Aslan ev tişt anî ziman: “Girtîgeh bi xwe ne cihekî wiha ye ku polîtîkayek lê bê diyarkirin. Lê belê piştî ku helwesta girtiyan, şêweyê berxwedana li hemberî rewşa di nav de ne, sekna wan a li hemberî vê polîtîkayê di heman demê de polîtîkayeke nû destnîşan dike. Girtina bi hezaran kesî yan jî gefa dadgeriyê ya li ser wan nîşan dide bê li girtîgehan şerekî çawa yê ji bo şikandina îradeyê tê meşandin. Ji ber vê yekê kiryarên li girtîgehan ji aliyê hiqûqî ve kiryarên xerab e, êşkence ye. Ji aliyê polîtîk ve jî hewldanek ji bo şikandina îradeya mirov e. Bi rêya kiryarên li dijî girtiyan peyamekê didin têkoşerên li derve. Dewlet di vê mijarê de polîtîkayeke taybet dimeşîne. Li her têkoşeran polîtîkaya kuştinê ya dewletê tê ferzkirin.”

Ûysal diyar kir ku cezayên têne birîn gelekî zêde ne, şert û mercên înfazê gelekî giran e û wiha dawî li axaftina anî: “Bİ taybetî astengkirina tedawiya girtiyên nexweş di heman demê de binpêkirina mafê jiyanê ye. Ji ber polîtîkaya kuştinê nayên dermankirin. Em weke siyasetmedarên ji DEM Partiyê hem hewl didin li dijî van polîtîkayên li girtîgehan bibin dengek hem jî xeteke têkoşînê diyar bikin. Di vê mijarê de ji bo berdana girtiyên nexweş em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar